‘Tenê bi diyaloga Sûrî-Sûrî alozî çareser dibe’

Tê pêşbînkirin ku lihevkirinek di navbera Hikûmeta Şamê û dewleta Tirk de çêbibe. Seroka Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Evîn Paşo got ku lihevkirina wan li ser hesabê xwîna gel e û tenê bi diyaloga Sûrî-Sûrî alozî çareser dibe.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Bêîstîqrariya siyasî ya ku piştî sala 2011’an li Sûriyeyê derket holê, krîza aborî ya kûrtir û polîtîkaya dagirkeriyê ya dewleta Tirk a bi rêya komên çete, roj bi roj welat dikişîne nava tarîtiyê. Îsrara serokê hikûmeta Şamê Beşar Esed li ser çareserkirina pirsgirêkan bi rûniştina li ser maseyê bi dînamîkên navxweyî dibe sedema berdewamiya nakokiyan û berteka gel.

Daxuyaniyên dawî yên Serokkomarê AKP'ê Tayyîp Erdogan û Beşar Esad, pirsa "Gelo nermbûnek heye" tîne bîra mirov û sinyala vê dide ku hevdîtinên di sala 2023'an de hatin qutkirin, wê ji nû ve dest pê bikin. Di dema ku pêvajoya têkiliya di navbera hikûmeta Şamê û dewleta Tirk de ne diyar e, gelê Sûriyê û dînamîkên navxweyî di wê baweriyê de ne ku ev danûstandin dê alozî û bêîstîqrarê zêdetir bike.

Seroka Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ya Kantona Cizîrê Evîn Paşo têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.

Evîn Paşo da zanîn ku piştî şoreş û serhildanên ku li Rojhilata Navîn pêk hatin û bihara gelan re, yek ji gelên ku di Rojhilata Navîn de derketin qadan û bi navê azadiyê bang kirin; gelên Sûriyeyê bûn û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ji kêliyên yekem ên destpêka vê şoreşê ve gel daketin qadan, ev tevgereke gelêrî bû lê em baş dizanin ku projeyên amadekirina Rojhilateke Navîn a li gorî sîstema hegemonîk hebûn. Êdî çalakbûna gelan ji warekî ku ‘li dijî sîstemê, çêkirina nûkirinê û doza mafên xwe bike’ derket û derbasî warekî siyasî bû. Ji ber vê yekê bi demê re şoreşa gelan a li Sûriyeyê ji wate û mafan derket.”

‘Tirkiyeyê ji bo sabotekirina şoreşê mudaxele kir

Evîn Paşo got ku dewleta Tirk yekser mudaxeleya şoreşa Sûriyeyê kiriye û di bin navê rêxistinkirina gelan de xwest şoreşê vala derxe ji hemû aliyan de û wiha pê de çû: “Em ji çêkirin û piştgiriya çeteyên Sûriyeyê yên ku sînorên xwe jê re vekirin ji bo derbasî axa Sûriyeyê bibe, dest pê bikin. Di heman demê de DAIŞ’a ku berda nav Sûriye û Iraqê û piştgiriyeke eşkere da wan li pêş çavên cîhanê. Armanca wê ew bû ku hevpeymanên berê weke Mîsaqî Millî pêk bîne ji bo pêkanîna xeyalên împeratoriya Osmanî. Li hêleke din, weke tê zanîn dewketa Tirk bi serkêşiya AKP’ê pêvajoyeke zehmet derbas dike, ji bo bikaribe gelên di hundirê Tirkiyeyê de bêdeng û razî bike destdirêjiyê li dewletên derdorê dike.”

‘Destdirêjî li axa Sûriyeyê hat kirin’

Evîn Paşo destnîşan kir ku ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve dewleta Tirk gelek destdirêjî li axa Sûriyeyê kiriye û wiha berdewam kir: “Ev destdirêjî berdewamkirina dagirkirina Lîwaa Iskenderon a Sûrî ye. Dagirkirina Tirkiyeyê ji Ezaz, Cerablus, Bab, Idlib, parçeyek ji Heleb, Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê weke destdirêjiya li ser hebûna dewleta Sûriyeyê bû. Lê belê ev destdirêjî tenê rastî daxuyaniyên şermok hat ji aliyê Hikûmeta Şamê ve.”

‘Li ser yekbûna Sûriyeyê metirsî heye’

Evîn Paşo bal kişand ser metirsiyên ku rastî yekbûna Sûriyeyê tên û wiha derbirî: “Tevî gelek daxuyaniyên hişk ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên dayîn, em dibînin niha ji aliyê herdu serokan ve nermbûnek di daxuyaniyan de heye ku herdu dewlet werin gel hev ji bo pêvajoya nû ya diyalogê. Ev yek gelek guman û metirsiyan bi xwe re tîne. Ji aliyekî ve, metirsî ye li ser yekbûna Sûriyeyê bi giştî. Dîroka dewleta Tirk diyar e, cihê ku derbasî wê bibe, bi zehmetî jê derdikeve. Eger nêzîkbûn di navbera Tirkiye û Hikûmeta Şamê de çêbibe dê xaka Sûriyeyê ya dagirkirî nema rizgar bibe û were parçekirin.”

Rewakirina guhertina demografîk

Evîn Paşo diyar kir ku bi pêkanîna lihevkirinan re êdî guhertina demografîk dê rewa bibe û got: “Îro li Efrînê ne tenê xelkên Sûriyeyê tê de dijîn, xelkên ji derveyî Sûriyeyê jî tê de hatine bicihkirin. A din jî ev lihevkirin şerekî li hember projeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê dibe bersiv e. Di heman demê de dê bibe sedem di tunekirina diyaloga Sûrî-Sûrî. Eger ji bi derve re lihevkirin were çêkirin ji bo çareseriyê dê ev yek ne li gorî îradeya gel be û tenê li gorî berjewendiyên dewletên hegemon be.”

Evîn Paşo anî ziman ku dewleta Tirk bi çeteyên di bin sîwana xwe de xapandibû ku Hikûmeta Şamê dijminê wan e û ew ê nehêlê herêmên wan bi dest bixe û wiha pê de çû: “Piştî daxuyaniyan bertekên nerazîbûnê ji aliyê kesên di bin kontrola Opozisyona Sûrî ve li herêmên dagirkirî li Bakurê Sûriyeyê rû dan, heta gihîşt şer û pevçûnên bi çekên giran. Di vê gavê de careke din diyar bû ku dewleta Tirk tu car nebûye dost ji gelên Sûriyeyê re û qet nabe jî. Tirkiye ji bo bidestxistina berjewendiyên xwe dikare her tişt bike heta ev yek li ser xwîna gelên Sûriyeyê be jî be ji bo wê ne pirsgirêk e.”

‘Rêveberiya xweser ji bo diyalog û lihevkirinê her dem amade ye’

Evîn Paşo bal kişand ser bangawaziyên Rêveberiya Xweser, MSD û HSD’ê yên berdewam ji bo diyaloga Sûrî-Sûrî û lihevkirinan ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê û wiha bi dawî kir: “Rêveberiya Xweser a Demokratîk, Meclisa Sûriyeya Demokratîk MSD’ê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSD’ê her dem ji bo diyalog û lihevkirina vekirî ne, tevî ewqas xirabiyên ku çeteyên Sûriyeyê çêkirin jî teqez kirin ku dêriyê wan ji bo welatparêzên Sûriyeyê û yên destên wan di xwîna Sûriyeyiyan de tune ye, vekirî ye. Di heman demê de hişyarî didan ku pişta xwe bi dewleta Tirk germ nekin ji ber dê wan bifroşe. Belgeya êrîşên nijadperest ên li dijî koçberên Sûriyeyê yên li ser axa Tirkiyeyê bû. Rêveberiya Xweser, MSD û HSD’ê dan diyarkirin ku ew li dijî nijadperestiya der heqê koçberên Sûriyeyê de ne li Tirkiyeyê û armancgirtina wan di hundirê bajarên dagirkirî de ne. Vekirina derî li pêşiya pêkanîna diyalogekê bi aliyên ku ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk dixebitin û destên wan di xwîna gelên welat de tune ye ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê gaveke erênî û girîng e.”