Temen li pêşiya têkoşîn û berxwedanê nabe astengî

Xanê Benek a ku temenê wê ji 90 salî zêdetir e, 5 meh in bi biryardariyek xurt di çalakiya nobetê ya ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê û mîsogerkirina azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, de ye.

AVAŞÎN HÊLÎN

Mexmûr - Jin, dayik û berxwedêra bê rawestan, a ku ne temenê wê yê mezin û ne jî tenduristiya wê li pêşiya beşdarbûna wê ya ji bo hemû çalakiyên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nabe asteng. Em qala yek ji sembolên berxwedanê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê, Xanê Benek dikin. Xanê Benek ji destpêka rêwîtiya penaberî û berxwedana 30 salan ve heta vê kêliyê jî di nava berxwedan û têkoşînê de ye. Du kurên wê di demên cuda de beşdarî Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bûne û di wê oxirê de jiyana xwe ji dest dane. Xanê Benek heta îro soza azadiyê û tola zarokên xwe bi îrade û berxwedaniya xwe pêk tîne û beşdarî hemu çalakiyên li wargehê dibe.

Xanê benek a ku ji roja destpêkê ve heya niha di çalakiya ku 20’ê Tîrmehê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin de cihê xwe digre diyar kir ku heya nefesa xwe ya dawî wê di çalakiyan de be û tu caran jî dev ji têkoşîna xwe bernade.

‘Em ê heya dawî li hebûna xwe xwedî derkevin û têbikoşin’

Xanê Benek di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew ji bo hebûna xwe têdikoşin û wiha got: “Rêbertiya me hebûna me ye, em ê heya dawî li hebûna xwe xwedî derkevin û ji bo wê têbikoşin. Çima ewqas tecrîdê li ser rêbertiya me giran dikin, çima ewqas zorî û bêmafiyê li gelê Kurd dikin? Ev tecrîd di kesayeta Rêbertî de li ser me û bedena me ye. Rêbertî ne tenê ji bo gelê Kurd bibin xwedî nasname têdikoşe, ji bo hemu gelên bindest û mirovahiyê jî li ber xwe dide.”

‘Tecrîd li ser me ye’

Xanê Benek di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser dildariya gelê wargehê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: “Heya ku ez bikaribim ez ê beşdarî hemû çalakiyên li wargehê bibim. Civaka wargehê ji 7 salî heta 70 salî zêdetir ji bo Rêbertiya xwe her dem di nava çalakiyan de ye û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêbertiya xwe dike. Ev 25 sal in Rêbertiya me di nava dîwarên zindana Îmraliyê de tê girtin û hemû serlêdanên parêzer û malbatê bêbersiv tên hiştin. Tecrîd di nava tecrîdê de li ser Rêbertiya me tê ferzkirin, tecrîd li ser me û zarokên me ye.”

‘Êdî dem hatiye ku em bi Rêbertiya xwe re azad bijîn’

Xanê Benek di dawiya axaftina xwe de bang li dewlet û saziyên pêwendîdar kir û wiha bi dawî kir: “Êdî dem hatiye ku em bi Rêbertiya xwe re azad bijîn, banga min ji bo hemû saziyên pêwendîdar ew e ku bi erka xwe rabin û dawî li vê tecrîdê bînin.”