Telefonên malbata Armîta Garawend hatin desteserkirin

Telefonên endamên malbata Armîta Garawend a 16 salî ku li Tehranê ji ber ku hicabê red kiriye rastî tundiya 'polîsên exlaqî' hat, piştî wêneyên wê yên di lênihêrîna giran de hatin weşandin, hatin desteserkirin.

Navenda Nûçeyan-Zaroka bi navê Armîta Garawand a Kirmanşahî li paytexta Îranê Tehranê qebûl nekir ku hîcab bide sere xwe. Li ser vê yekê hêzên rejîmê tundiyeke dijwar li Garawand kirin û rakirin beşa lênihêrîna awarte ya nexweşxaneyê. Piştî ku bûyer hat bihîstin, zextên li ser malbata wê zêde bûn. 

Piştî ku dîmenên kêliya tundî li Garawand dihat kirin û wêneyên wê yên li beşa venihêrîna awarte hatin parvekirin, hêzên rejîmê dest danîn ser telefonên tevahiya endamên malbatê. 

Kontrolkirina nasnameyan ji bo kesên tên nexweşxaneyê

Nexweşxaneya Fajrê ku Garawand li wir tê tedawîkirin ji hêla hêzên rejîmê ve hate dorpêçkirin û tevdîrên mezin ên ewlekariyê hatin girtin. Nasnameya temamiya kesên tên nexweşxaneyê tên kontrolkirin. 

Li hêla din hat zanîn ku hinek saziyên navneteweyî ji bo Garawand ketine nava liv û tevgerê.