‘Têkoşîna rojnamegerên ku bi ruh û can xebitîn wê bidome’

Jinên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve qetilkirina rojnameger Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn ên şermezar kirin û diyar kirin ku têkoşîna rojnamegerên ku ji bo heqîqetê ked dane wê ji aliyê şopdarên wan ve bidome.

LANÊ MUHAMMEDÎ

Urmiye– Di 23’ê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadik a bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dabûn. Dewleta Tirk li Kurdistanê jinên ku heqîqetê derdixînin holê û tekîşina azadiyê didin hertim dike hedef. Di encama êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî de gelek jinên pêşeng mîna Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn goyî, Nagîhan Akarsel, Hevrîn Xelef, Yadê Eqîda, Zeyneb Saroxan, Zehra Berkel jiyana xwe ji dest dan. Êrişên dewleta Tirk, bêdengiya dewleta Iraq û rêveberiya herema Kurdistanê berdewam dike, jin jî di her qadê de li dijî polîtîkayên şerê taybet tekoşîna xwe didomînin. Jinên li çar parçeyên Kurdistanê, ji Bakurê Kurdistanê heta Rojhilatê Kurdistanê, bi berxwedana xwe ya li dijî polîtîkayên dijminê jinê îlhamê didin jinên cîhanê.

Der barê mijarê de jinên Rojhilatê Kurdistanê ji ajansa me re axivîn û li dijî êrişên li ser jinan bertekên xwe anîn ser ziman.

‘Dê tekoşîna wan ji aliyê şopdarên wan ve berdewam bike’

Parêzvanê mafê mirovan Sahat Naderî a ji Mahabatê got: “Ez bejna xwe li ber şehîdên ditewînim. Hedef girtina jinan nîşan dide ku desthilatdariya faşîst a Tirk çiqas ji tekoşîna jinê ditirse. Jinên rojnameger ji bo heqîqet û azadiyê bi dil û can xebat kirin û dê tekoşîna wan ji aliyê şopdarên wan ve berdewam bike.”

‘Li Rojhilata Navîn terora dewletê heye’

Rojnameger Ronak Vahedî a ji Makuyê jî wiha nêrînê xwe anî ser ziman: “Ez êrişên dewleta Tirk li dijî rojnamegeran şermezar dikim. Dewleta Tirk bi qetilkirina rojnamegeran dixwaze rastiyan veşêre. Dewleta Tirk li Fransa, Rojava, başûrê Kurdistanê  suîkastan pêk tîne. Êrişa dewleta Tirk a li ser Rojnameger Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn ne ya yekem û ne jî ya dawî ye. Mixabin li Rojhilata Navîn a ku di nava heriya terora dewletê de maye, em her roj dibin şahidê vê rewşê.”

‘Êrişên dewleta Tirk nîşaneya komkujî û qetlîamên bi komî ye’

Lêkolînera Siyasî Sana Mamendî ku li Urmiyê dijî êrişên dewleta Tirk ên li dijî jinên çalakvan şermezar kir û ev nirxandin kir: “Dewleta Tirk sînorê xwe derbas dike û li welatên dervede jinên pêşeng û rojnamegeran dike hedef. Dewleta Tirk li başûrê Kurdistanê li dijî çalakvanên sîvîl û muhalefetên siyasî suîkastan xpêk tîne. li qada nawneteweyî de li dijî êrişên dewleta tirk bêdengiyek heye. Êrişên dewleta Tirk bi balafirên bêmirov ve qonaxeke nû girt. Êrişên dewleta Tirk nîşaneya komkujî û qetlîamên bi komî ye.”

'Ev êriş mînakeke zelal a sûcên şer e'

Sana Mamendî bertek nîşanî êrişên dewleta Tirk ên li ser başûrê Kurdistanê da û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi taybetî di van çend salên dawî de dewleta Tirk li başûrê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê sivîl, rojnamevan û pêşengan bi balafirên bêmirov hedef digire. Ev êriş mînaka zelal a sûcên şer in. Divê hem civaka navneteweyî, hem jî gelê Kurdistanê û raya giştî vê yekê qebûl nekin. Dema ku li welatên cuda kuştin, komkujî an jî girtina rojnamegeran çêdibin, bertekên cîhanî zêde dibin û bang li saziyên navneteweyî jî tên kirin. Di êrişên dawî yên dewleta Tirk de rojnamevan Gulîstan Tara, Hêro Bahadîn û gelek kes hatin qetilkirin. Lê em dibînin ku li hemberî van êrişan bertekên navneteweyî qels in.”