Têkoşîna li dijî tundiyê ji bo hemû civakê mecbûriyetek mezin e
Têkiliyên ji ber feraseta civakî ya di nava malbatê de, piştî ku mulkiyeta taybet derket holê teşe girt û bi bermahiyên têkiliyên kontrola pergala bavsalar hewl didin bidomînin. Têkoşîna li dijî tundiyê ji bo hemû civakê mecbûriyetek mezin e.
MAGDA FATHÎ RAŞWAN
Tundiya li ser jinan, yek ji gefên herî mezin e li hemberî hewldana başkirin û bihêzkirina statuya jinan. Ji ber vê yekê pêwîst e kesên biryaran digirin, polîtîka û bernameyên pêşîgirtina tundiya li ser jinan ava bikin. Lewma divê sedemên tundiyê û faktorên têkildar ji kûrahî ve bên fêmkirin. Her wiha divê şert û mercên civakî, aborî û tenduristî yên jinan bi riya analîz û lêkolînên berfireh bên lêkolînkirin.
Tundiya li ser jinan ne tenê diyardayek aydê civakên Misir an jî Ereban e, pirsgirêkeke giştî ya seranserê cîhanê ye jî. Daneyên fermî û ne fermî, vê rastiyê piştrast dikin. Her wiha pênase û çarçoveya tundiyê bi demê re berfireh bûye. Sepanên mîna bêparhiştina mafê perwerde, zewaca bi darê zorê yan jî neçarkirina jinan ji bo anîna zarokên kur, êdî mîna perçeyek tundiya li ser jinan tê qebûlkirin.
Tevî guhertinên di statuya jinan de çêdibin jî, têkiliyên zayendî yên civakî di nava malbatê de heta niha bi normên bavsalar ên dîrokî şêwe digrin. Ev rewş, dibe sedem ku şêwazên tundî û zextên civakî yên li ser jinan berdewam bikin.
Di piranî civakan de qanûnên malbatê, jinan weke berdewamiya mêr û milkê mêr qebûl dikin. Vê yekê ferasetek wisa ava kiriye ku mêr li ser hevjîn û zarokên xwe xwedî mafên bêsînor e û bûye sedem ku tundiya li ser jinan veguhere normeke civakî.
Têkiliya di navbera perwerde û tundiyê de
Lêkolîn, nîşan didin ku rêjeya tundiya li ser jinan zêde bûye û ev yek bi taybetî di nava jinên ku asta perwerdeya wan kêm e de hîn zêdetir belav dibe. Jinên bê perwerde, zêdetir rastî tundiyê tên. Li gel vê yekê, her ku rayeya biryargirtina jinan a di nava malbatê de zêde dibe, rêjeya tundiyê jî kêm dibe.
Fikrên qalibgirtî yên pêşiya bihêzbûna jinan digrin û rolên zayendiya civakî yên ne wekhev xurt dikin, yek ji faktorên bingehîn ên zêdebûna tundiya li ser jinan e. Mînak: Ramana ku beşdariya jinan a hilbijartinan mafekî aydê mêran e, dibe sedema vederkirina jinan ji qada siyasî. Bêdengbûna jinan a kêliyên rastî tundiyê tên, bêbaweriya wan a bi hêzên ewlekarî û saziyên têkildar, tundiyê zêdetir û berfirehtir dike. Têgihîştina tundiya li ser jinan jî li gorî welat û pozîsyonên civakî yên jinan diguhere. Mînak: Hinek jin tundiya hevjînê xwe wek tundî nabînin.
Cureyên tundiyê yên rasterast zirara fizîkî nadin (mînak, zexta aborî, astengkirina mafê xwendinê yan jî sînordarkirina mafê îfadekirina fikir) di gelek civakan de mîna tundiyê nayên pênasekirin.
Rehend û sedemên tundiya li ser jinan
Tundiya li ser jinan, pirsgirêkek piralî ye aliyên wê yên aborî, hiqûqî, çandî û civakî hene. Sedema tundiyê carna bi jinê bi xwe re û carna jî bi mêrê kiryar ve girêdayî ye. Lê faktora herî bingehîn, adet û paşverûtiyên civakê yên vê tundiyê normal dikin e.
Konseya Neteweyî ya Jinan a Misrê, di mijara tundiya li ser jinan de lêkolînek qadê ya berfireh kiriye. Di vê lêkolînê de ne tenê jin, di heman demê mêr jî hatine lêkolîn kirin. Hinek daneyên girîng ên lêkolînê ev in:
Ji sedî 62 jin rastî tundiya derûnî tên. Ji sedî 28 jî ji aliyê hevjînên xwe ve rastî tundiya fîzîkî tên. Mêr bi gelemperî ji bo tundiya li ser jinan mafdar dibînin, van hincetan nîşan didin: Zehmetiyên aborî û pirsgirêka debarê. Stres û pirsgirêkên li cihê kar tên jiyîn. Serînedanîna jinan ji bo hevjînê xwe!
Têkiliyek rasterast di navbera tundiya li ser jinan û mafê xwedî gotinê yê jinan di nava malbatê de heye. Jin çiqas bi hêztir bin, wê tundî ewqas kêmtir bibe. Tundiya fizîkî û derûnî ya li ser jinan, zirarê dide tenduristiya wan a zayendî û li pêşiya erka dayîktî, hevjînî û xebata wan dibe asteng. Bandorên derûnî yên bi gelemperî li ser jinên rastî tundiyê tên: Windakirina xwebawerî û hesta bêqîmetbûnê, îzolasyona civakî (xwe ji civakê qut kirin), xwe ji ber tundiyê sûcdar dîtin e.
Tundiya li ser jinan, ne tenê pirsgirêkek takekesî ye, di heman demê de şêwazeke cidî ya cihêkariyê ye ku beşdariya jinan a jiyana civakî sînordar dike. Ev tundiya ku encamek dîrokî ya bêhevsengiya hêz di navbera jin û mêr de ye, maf û azadiyên bingehîn ên jinan di asteke mezin de binpê dike.
Komîteya Mafên Jinan a Neteweyên Yekbûyî, diyar dike ku tundiya li ser jinan binpêkirinek mafên mirovan e û pêşî li mafên wekhev ên jin û mêran digre. Lewma, çawa ku têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan pêwîstiyek mirovî ye, di heman demê de erkek hiqûqî û ehlaqî ye. Dewlet neçar e ji bo pêşigirtina tundiyê reformên zagonî amede bike, bernameyên civakî bi pêş bixe û hayjêbûna civakî bilindtir bike.
Tundiya li ser jinan pirsgirêkek cîhanî ye
Tundiya li ser jinan binpêkirina mafên mirovan e û li tevahiya cîhanê heye. Di hemû civak, çînên civakî, di hemû temen û hemû çandan de serwer e. Kîjan kokên etnîk, ol, asta perwerde yan jî rewşa aborî dibe bila bibe, hemû jin rastî tundiyê tên.
Tundî, di civakên serwer ên mêr de wek amûreke pêşîgirtina azadiya jinan tê bikaranîn. Ji ber ku destkeftiyên aboriya serbixwe û beşdariya zêde ya jiyana siyasetê û giştî ya jinan, gefê li pergala serwer a mêran dixwe tundî, mîna amûreke zextê tê bikaranîn.
Di têkoşîna li dijî tundiyê de guhertina civakî pêwîstiyek e
Tundiya li ser jinan, astengiyek e ku pêşî li tevlîbûna aktîf a jinan û li jiyana civakî û aborî digre. Di heman demê de ji dewletan re jî barekî aborî tîne. Divê xizmetên tenduristiyê yên ji bo mexdûrên tundiyê hebe. Pêvajoyên qanûnî û lêçûnên dozê hebe û bi awayek adil bê meşandin. Ev hemû, nîşan didin ku têkoşîna li dijî tundiyê ne tenê ji bo jinan, ji bo hemû civakê mecbûriyetek mezin e.