'Têkoşîna li dijî tundiyê divê di asta cîhanê de bê meşandin'
Cemîle Kermûme diyar kir ku tundiya li ser jinê ne rewşeke taybet a welatekî ye û got ku li hemû welatên cîhanê jin rastî gelek cureyên tundiyê tên û destnîşan kir ku divê têkoşîn li ser asta cîhanê bê dayîn.
HANAN HARÎTE
Mexrîb- Her sal di navbera 25'ê Mijdarê û 10'ê Kanûnê de li seranserê cîhanê kampanyaya 16 rojan a li dijî tundiya li ser bingeha zayendî tê lidarxistin. Di demekê de ku ev kampanya bi armanca bilindkirina hişyariyê û seferberiyê ji bo bidawîkirina her cure tundiya li ser jin û zarokên e, rêxistinên curbicur ên mafên mirovan li ser asta Mexrîbê bi raporên xwe bal kişandin ser zêdebûna tundiya li dijî jin û zarokên keç ên li welat.
Li gorî rapora Tora Komeleya Têkoşîna li Dijî Tundiya Zayendî, Federasyona Yekîtiya Mafên Jinan û Tora Jinan a Hevgirtinê, di navbera salên 2023 û Hezîrana 2024’an de 4 hezar û 535 jinên Mexrîbê rastî tundiyê hatine. Rapor hişyariya zêdebûna bûyerên tundiya derûnî ya li dijî jinan li Mexrîbê dikin. Li gorî daneyên ku li navendên girêdayî komeleyên cuda yên li bajar û herêmên cuda yên Mexrîbê hatin komkirin, hat destnîşankirin ku 4 hezar û 961 jin rastî tundiya derûnî, 2 hezar û 415 jin rastî tundiya aborî û 1107 jin jî rastî tundiya şîdeta hatine. Wekî din, ji sedî 28’ê jinên Mexrîbê rastî heqaretan, ji sedî 20 di nava malbatê de rastî gefên dersînorkirinê, ji sedî 17 jî rastî tacîza zayendî û ji sedî 55 jî rastî destdirêjî û birîndarkirinê hatine.
'Hejmar di asta matmayî de ye’
Cîgira Seroka Federasyona Yekîtiya Mafên Jinan û parêzvana mafên mirovan Cemîle Kermûme diyar kir ku ev hejmar di asta matmayî de ye û got ku ev rapor diyar dikin ku tundiya li ser jinan her ku diçe zêde dibe. Cemîle Kermûme anî ziman ku sedema bilindbûna rêjeyên tundiya li ser jinan polîtîkayên hikûmetê ne û wiha got: “Yek ji sedema ku ev rêje derketiye holê ew e ku jin êdî hişyar bûne û tunidya li ser wan tê kirin radigihînin. Li Mexrîbê jî divê zagon û zagonên cezayên berçav bên derbaskirin û parastina pêwîst ji bo jinan bê dayîn. Bi taybetî girîng e ku cezayên bi bandor bidin sûcdaran ji ber ev ceza di di kêmkirina tundiyê de rolek girîng dileyîze.”
'Ji bo parastina jinan divê zagon bên amadekirin'
Cemîle Kermûme bal kişand ser daxwazên çalakvanên jin ji bo parastina jinên Mexrîbê û wiha gotinê xwe domand: “Daxwaza me ew e ku zagonek cezayî hebe ku bi hemû peymanên ji holê rakirina her cure cudakarî û şîdeta li ser jinan re hevaheng be. Zagona jimare 103/13 ya Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ku di sala 2018’an de hate derxistin, yek ji destkeftiyên jinan e. Lê bi cîbicîkirina zagonê re çend çavdêriyên der barê qanûnê de derketin holê. Zagona heyî bersivê nade daxwazên jinên Mexrîbê û gelek valahî hene. Ji ber vê sedemê pêwîste di madeyan de guhertin bên kirin.
'Divê zagonên parastinê bên derxistin'
Cemîle Kermûme dubare kir ku ji bo parastina jinan û ji holê rakirina cihêkariyê divê di zagonên li dijî tundiya li ser jinan de guhertin bên kirin û wiha pê de çû: "Dema ku em cudakariyê ji holê rakin û nêzîkatiya maf û zayendî aktîf bikin, em dikarin jinan ji her cureyî biparêzin. Divê ji bo jinan zagonên parastinê bên çêkirin. Armanca me ne tenê guhertinên zagonî ye, em ji bo guhertina zîhniyeta serdest a mêr jî dixebitin û di vî warî de em ê çalakiyên xwe bidomînin. Ji ber zihniyeta serdest jin di civakê de wekî çîna duyemîn tê dîtin. Divê xebatên hişyarkirinê bên kirin.”
'Divê em ji bo têkoşînê têkevin nav tevgerê'
Cemîle Kermûme da zanîn ku tundiya li ser jinan ne rewşeke taybet a welatekî ye û li gelek welatên cîhanê jin rastî tundiyê tên û got ku ew dixwazin di asta navneteweyî de zagonên ku jinan biparêzin hebin. Cemîle Kermûme di dawiya axaftina xwe de wiha anî ser ziman: “Em qetilkirina jin û zarokan li herêmên ku şer lê diqewimin, weke şêweyê herî hovane yê tundiyê dibînin û berdewamiya bêdengiya civaka navneteweyî qebûl nakin. “Tişta ku niha li herêmê diqewime, divê em li dijî tundiya li ser jinan di demên pevçûnan de bikevin nava tevgerê.”