‘Têkoşîna li dijî tundiyê bi xweparastinê pêkan e'
Endama Rêveberiya Meclîsa Îştar a Wargeha Mexmûrê Xurbet Îşlek, li dijî hemû tundî û êrişên mêr-dewletê ya li dijî jinan banga xweparastin û rêxistibûyê kir û got: “Divê em li dijî êrişan bibin yek û di aliyê xweparastina cewherî de rolek mezin bilîzin.”
NÛPELDA DENÎZ
Mexmûr- Bi nêzikbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê re li seranserê Kurdistanê starta çalakiyan hate dayîn. Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê ya bi salane bi rêxistinkirin û perwerdekirina jinên wargehê re li dijî tundî, êriş û polîtikayên dewleta Tirk a li dijî wargehê têdikoşe, di 15’ê mehê de bi dirûşmeya ‘Li Dijî Hemû Tunditujî, Dagirkerî û Desthilatdarî Jin Jiyan Azadî’ starta çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê ragihand.
Endama rêveberiya Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Xurbet Îşlek, têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê û têkoşîna jinên wargehê yên li dijî êriş û şerê taybet ê li ser wargehê de ji ajansa me re axivî.
‘Rojane jin tên qetilkirin û rastî her cure êrişan tên’
Xurbet Îşlek, di destpêka axaftina xwe de tevahî pêşengên jin ên têkoşîna azadiyê bi bîr anî û wiha axivî: “Ez di şexşê xwişkên Mirabel de hemû jinên têkoşervan ên ku di oxira azadiya xwe û civaka xwe de jiyana xwe ji dest danê bibîrtinim. Em di rasthatina 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî tundiyê de ne. Lewma em wek jinên wargeha Mexmûrê bi rêzeçalakiyên xwe li dijî tunditujî têbikoşin û xweparastin û asta têkoşîna xwe bilindtir bikin. Divê em wek jin li dijî tundî, destdirejî û zordariyê di aliyê parastina cewherî de erk û berpirsyartiyên xwe pêkbînin. Rojane jin tên qetilkirin û rastî her cure êrişan tên. Tundiya mêr-dewlet li dijî jinan tê meşandin. Yekane çareseriya dawî anîna tundiya li dijî jinan xweparastine. Ger em xwe di hemû aliyan de biparêzin û têbikoşîn wê em ê serbikevin.”
‘Ji bo tûnekirina jinê hemû rê û rêbaz tên bikaranîn’
Xurbet Îşlek, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku li seranserê Kurdistanê jin tên hedefgirtin û wiha got: “Li seranserê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve hedefgirtina jinên Kurd û pêşeng gihiştiyê asta herî bilind. Hêzên desthilatdar ji hêz, aqîl û pêşengiya jinê dîtirse. Li seranserê Kurdistanê tundî bi awayekî fîzîkî, derûnî û li dijî jin, zarok, civak û xweza tê meşandin. Bi taybetî di torên medyaya dîjîtal de li dijî jin û jinên ciwan şerê taybet dimeşînin û hewil didin bedana jinê wek amûrek bidin bikaranîn. Di bin navê ciwankariyê de jin jî xwezaya wan derdixin û li gorî berjewendiyên xwe bikartînin. Ji bo tûnekirina jinê hemû rê û rêbaz tên bikaranîn.”
‘Xwe gihandina hemû jinên cîhanê wê li dijî êrişan yekane rêya me ye’
Xurbet Îşlek, li dijî êrişên mêr-dewletê ya li dijî jinan banga xweparastin û rêxistibûyîne kir û wiha axivî: “Ger jin nekeve ferqa xwebûn û jinbûna xwe wê êrişên mêr-dewletê zêdetir bibe. Divê em di aliyê rêxistinbûn û xweparastina cewherî de rolek mezin bilêyzin û di ferqa xwe de bin. Li kudere jinek tê qetilkirin an jî rastî êrişan tên, wek jin êşa me hemûyan yek e. Lewma divê em li dijî êrişên li ser jinan bibin yek û têkoşîna xwe bilindtir bikin. Ji bo vê yekê jî xweparastin, rêxistin, hêza têkoşîna xwe bilindkirin û xwe gihandina hemû jinên cîhanê wê li dijî êrişan yekane rêya me ye.”
‘Em ê bi têkoşîn û berxwedana xwe êrişên li ser wargeha xwe vala derbixin’
Xurbet Îşlek, da zanîn wek jin û ciwanên wargehê rojane rastî êriş û polîtîkayên şerê taybet ê dewleta Tirk tên û bi van gotinan behsa têkoşîna li dijî êrişan kir: “Em wek gelê Mexmûrê her ku diçe êrişên dewleta Tirk ê di aliyê hewayî û polîtîkayên şerê taybet de zêdetir dibe. Di van êrişan de bi taybetî jî hedef jin û jinên wargehê ye. Hewil didin bi rêya medya dîjîtal û şerê taybet ciwanên wargehê bixin di nava xefîqên sîxurtiyê de. Em wek Meclîsa Îştar ji bo vala derxistina van êrişan jin, ciwan û civaka xwe bi rêya perwerdê birêxistin dikin. Jinên ciwan bi rêya Meclîsa Jinên Ciwan xwe birêxistin dikin û di aliyê xweparastinê de pêşdixin. Em wek Meclîs di aliyê têkoşîn kirin û berxwedaniya gelê wargehê ji ciwanan re fêrkirinê de xwe berpirsyar dibînin. Em bi rêya birêxistinkirina dayik û jinên wargehê civaka xwe birêxistin dikin. Emê bi têkoşîn û berxwedana xwe êrişên li ser wargeha xwe vala derbixin.”