‘Têkoşîna Leyla Qasim bi têkoşîna jinan a li dijî dagirkeriyê didome’

Endama Rêveberiya Perwerde û Akademiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Koçer Hisên teqez kir ku têkoşîna Leyla Qasim di dil û ruhê her jinê de zindî ye û got: “Tekoşîna Leyla Qasim bi berxwedan û têkoşîna jinan a li dijî dagirkeriyê didome.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Li hemberî zilim, zordarî, tecrîd û dagirkeriya hezaran salan, lehengên weke Leyla Qasim mohra xwe li dîrokê dan. Leyla Qasim, pêşeng û çalakvanek Kurd bû, li dijî rejîma Baasê ya Iraqê têdikoşiya. Leyla Qasim jineke têkoşer bû di dîroka têkoşîna Kurdistanê de weke pêşeng, qehreman û şoreşger tê naskirin. Leyla Qasim a li hemberî dagirkeriya rejîma Baasê li refên pêş ê berxwedanê de cih girt û di 12’ê Gulana 1974’an de ji aliyê rejîma Baasê ve hat darvekirin di têkoşîna hemu jinên ku li dijî dagirkeriyê serî hildidin zindî dibe.

‘Mohra xwe li dîrokê dan’

Têkildarî vê mijarê endama Rêveberiya Perwerde û Akademiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Koçer Hisên destnîşan kir ku dîroka jinên Kurd bi berxwedan û tekoşînê dewlemend e û wiha got: “Di dîroka gelê Kurd de gelek jinên berxwedêr, têkoşer ên ku mohra xwe di dîrokê dane hene, yek ji wan Leyla Qasim e. Wê li hemberî zilim û zordariya dîktator Sedam Hisên serî rakir, têkoşîna wê li hemberî sîstema neheqî ya ku mafên gelan binpê kiriye bû. Leyla Qasim ji malbateke ku tê nasîn bi hestên xwe yên azadiyê û ji bo meşandina sîstema azadiyê her dem têkoşînê didan meşandin. Herêma Xaneqînê di aliyê eşîrî û kevneşopiyên civakê de sînordar e. Ji bo ku jin bikaribin, dengê xwe di nava jiyanê de derbixin û rola diyar bikin têdikişiyan û rastî zilim û zordariyê dihatin, ji aliyekî ve jî rastî zilim û zordariya ku ji aliyê sîstema Iraqê ve dihat meşandin dihatin.”

‘Bi hezaran keç zarok navê Leylayê girtin’

Koçer Hisên di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman: “Di salên 70’yî de dema şehîd Leyla Qasim dest bi xebatên tevgera azadiyê dike, Leyla û rêhevalên wê dest bi nivîsandin û belavkirina belavokan dikin ku êdî her kes li hemberî zilim û zordariyê bisekine. Di şexsê Leyla Qasim de em hemû hevalên wê û jinên têkoşer bi bîr tînin. Tekoşîna şehîd Leyla Qasim nesekinî tevî zor û zehmetiyan jî didome. Dema ku hat girtin ew û rêhevalên xwe di zindanan de rastî îşkenceyan hatin û di 12’ê Gulana 1974’an de hatin bidarvekirin. Piştî bidarvekirina Leyla Qasim û rêhevalên wê em dikarin bibêjin bi hezaran zarokên ku hatin dinyayê, navê Leyla li wan kirin. Em dikarin bibêjin ku gelek qirkirin li ser jinan hatiye meşandin.”

‘Li hemberî xeta berxwedan û têkoşînê planên qirkirinê berdewam dikin’

Koçer Hisên bal kişand ser hedefgirtina jinan û wiha got: “Li kêleka wê ne tenê Leyla Qasim dema em li dîrokê vegerin, em ê bibînin ku gelek jinên têkoşer hatine qetilkirin bi destên desthilatdaran. Wekî din li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî em dibînin ku jinên siyastmedar, pêşeng tên hedefgirtin an jî dîlgirtin. Em dibînin di zindanan de bi hezaran jinên siyasetmedar, rojnamevan, rewşenbîr û pêşeng   rastî îşkence û girtinê tên ji aliyê dewletên hegemon ve. Ji ber vê yekê em dixwazin ji rojavayê Kurdistanê ji kesên dîlgirtî di  zindanan de silavê xwe ji wan re dişînin bi teybetî yên ku ketine gireva birçîbûnê.”

‘Têkoşîna li dijî dagirkeriyê didome’

Koçer Hisên wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî şoreşa jinan planên qirkirin tên meşanidn. Bi taybet hedefgirtina rêhevala me Hevrîn Xelef ku armanca wê avakirina Sûriyeya demokratîk bû, bi rengekî derexlaqî ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve hat qetilkirin. Em dikarin bibêjin bingeha têkoşîna me, Leyla Qasim, Sakîne Cansiz, Bêrîtan, Zeyneb û Viyan Soran in. Ne tenê Leyla Qasim bi hezaran şehîd hene ji bo me dibin bingeh, hêz, vîn û bawerî ku em têkoşîna xwe zêdetir li Rojavayê Kurdistanê li hemberî zilim, zordarî û dagirkeriyê mezin bikin ji bo em jiyana demokratîk misoger bikin.”