Têkoşîna jinên Heratê li cîhanê belav dibe
Ruxmê tevahî sepandin, zext, êrîşên hovane jî Talîban nikare deng, berxwedan û têkoşîna jinên Heratê bi dawî bike. Berxwedana jinên Heratê îro li gelek welatên cuda deng vedide û hevgirtina jinan bi hêz dike.
Navenda Nûçeyan – Xwepêşandanên li dijî desteserkirinên zêde yên jin û keçên ciwan ji aliyê Talîbanê ve li Heratê bi sînorên istanê ve sînordar neman. Vê yekê di navbera çalakvanên mafên jinan, xwendekarên ên li Îranê dijîn û jinên Îranî yên li hundir û derveyî welat de bi xwe re pêla hevgirtinê çêkir. Di rojên dawî de, digel zêdebûna xwepêşandanên cîhanî yên li dijî polîtîkayên dijberî jinan ên Talîbanê, hinek çalakvanên jin ên Îranî jî daxuyanî dan, peyamên piştgiriyê parve kirin û beşdarî xwepêşandanan bûn, daxwaza berdana jinên girtî û bidawîanîna zexta sîstematîk li ser jinan li istanê dikirin.
Li Elmanyayê Endamên Komeleya Jin Jiyan Azadî, vê hefteyê di berdewamiya xwepêşandanên xwe yên heftane de derketin kolanan û hevgirtina xwe bi jinên re nîşan dan. Xwepêşandan ji bo piştgiriya bi jinên ku di bin desthilatdariya Talîbanê de ji mafên xwe yên bingehîn ên mirovan, ji perwerde û kar bigre heta azadî û hebûna di nava civakê de, bêpar in, hat organîzekirin.
Hevgirtina jinan
Çalakvanên din jî bi riya medyaya dîjîtal piştgiriya xwe ji bo jinên Efgan re nîşan dan. Di nava kesên ku piştgirî didin jinên li Heratê hatine girtin de, Şîva Mahbûbî, Şahla Abkarî û çalakvanên din ên Îranî derketin pêş. Van kesan têkiliya di navbera têkoşîna jinan li Îran û Efganistanê de destnîşan kirin û piştgiriya xwe ji bo dirûşmên "Kar, Perwerde, Azadî" û "Jin Jiyan Azadî" tekez kirin.
Çalakvanan diyar kirin ku têkoşîna jinên ku ji bo mafên xwe yên perwerde, kar û beşdariya azad di civakê de beşek ji têkoşîna jinan a cîhanî li dijî cudakarî û zordariya li ser bingeha zayendî ye. Wan her wiha tekez kir ku divê civaka navneteweyî rewşa jinan li Efganistanê bi awayekî cidîtir çareser bike û Talîbanê ji binpêkirinên mafên mirovan berpirsiyar bibîne.
Xwepêşandan belav dibe
Her ku xwepêşandan belav dibûn, xwendekarên li Îranê jî bi daxuyanî û peyamên hevgirtinê girtinên li Heratê şermezar kirin. Van xwendekaran tekez kirin ku jinên di pênc salên borî de ji perwerde, kar, azadiya rêwîtiyê û beşdariya civakî bêpar mane û girtinên dawî jî hişkbûna polîtîkayên tepeserkirinê yên Talîbanê nîşan didin.
Xwendekarên xwepêşander diyar kirin ku jinên niha ji mafên xwe yên herî bingehîn ên mirovan bêpar in, bang li saziyên navneteweyî kirin ku bêdengiya xwe bi dawî bikin û gavên berbiçav bavêjin da ku piştgiriyê bidin jinên vî welatî.
Têkoşîna jinên Heratê li seranserê cîhanê belav dibe
Di rojên dawî de, li bajarên cuda yên cîhanê ji bo piştgiriya jinên ku li Heratê hatine girtin xwepêşandan hatine lidarxistin. Parêzvanên mafên jinan li Îran, Pakistan, Elmanya, Fransa, Îtalya, Spanya û Kanadayê bi çalakiyên xwe daxwaza berdana tavilê ya kesên ku hatine girtin kirin.
Beşdarên van xwepêşandanan dirûşmên ku mafê perwerdeyê, mafê kar, azadiya sivîl û bidawîanîna girtinên kêfî dixwestin qîr kirin. Gelekan her wiha daxwaza naskirina "cudakariya zayendî" li Efganistanê û zêdekirina zexta navneteweyî li ser Talîbanê kirin.
Girtina mirovan ji ber cil û bergan
Pêla xwepêşandanan piştî ku rapor derketin holê ku herî kêm 30 jin di 6 û 7’ê Hezîranê de li Heratê hatine girtin, dest pê kir. Li gorî van raporan, yekîneya "fermankirina qenciyê û qedexekirina xerabiyê" ya Talîbanê jinan ji ber ku qaşo bi rêziknameya cil û bergan a komê re nelihevhatî bûn, girtin.
Vê rewşê di nava malbatan û çalakvanên mafên jinan de bû sedema fikarên mezin û di demek kurt de bû yek ji mijarên sereke yên xwepêşandanên sivîl li Efganistanê.
Ji bo tepeserkirina xwepêşanderan bikaranîna çekan
Di bersiva binçavkirinan de, xelkê Heratê herî kêm du xwepêşandanên protestoyî li dar xistin. Xwepêşandana yekem li navçeya Cebrayil pêk hat ku xwepêşanderên jin û mêr dirûşmên wekî "Perwerde, Kar, Azadî" qîr kirin û daxwaza berdana kesên hatine girtin kirin.
Lê belê hêzên Talîbanê bi tundî xwepêşandan tepeser kirin. Li gorî raporan, hêzên ewlehiyê gule berdan, li xwepêşanderan dan û hinek kesên beşdar bûbûn binçav kirin. Rêxistinên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî diyar kirin ku di dema destwerdanê de herî kêm du kes, ku zarokek jî di nav de bûn, mirine û zêdetirî 20 kes jî birîndar bûne
Tevî tepeserkirina hovane ya xwepêşandanên li Heratê jî dengê jinan nehat birîn û niha li welatên cuda yên cîhanê deng vedide. Piştgiriya ku ji aliyê jinên Îranî, çalakvanên mafên mirovan û xwendekarên li Îranê dijîn ve ji jinên girtî yên li Heratê re hatiye dayîn, avakirina toreke hevgirtinê ya jinan a navneteweyî li dijî polîtîkayên sînordarker ên Talîbanê nîşan dide.
Xwepêşander tekez dikin ku têkoşîna jinan a ji bo perwerde, kar, azadî û beşdariya wekhev di civakê de divê di nava bêxemiya cîhanî de neyê jibîrkirin; ev têkoşîn îro ji Heratê heta Tehranê, ji Parîsê heta Berlîn û Torontoyê tê bihîstin.