Têkoşîna jinan di zagona Filistînê de guherîn da çêkirin
Lijneya Dadweriya Bilind a Fîlîstînê di derbarê du kesên biriyara zewacê didin û pêvajoya nîşanê ger li hev nekin û hev berdin de biriyarek nû derxist.
Ramallah – Li Filistînê dema du ciwanan biriyara zewacê dabana û bi hev re nîşanî dibûn, paşê li hev nekiriba û nîşan bihata betalkirin, weke jina berdayî ango jinebî li jinê dihat nêrîn. Jinên Filistînê li hemberî vê yekê rabûn û di encama têkoşîna wan de biriyara fermî hat girtin ku êdî bi wî çavî li jinên wiha nenêrin.
Lijneya Dadweriya Bilind a Fîlîstînê 7'ê adarê biryarnameyek ragihand û têde da zanîn ku jina nîşankirî demê nîşana xwe bide sekinandin û her du alî li ser vê yeke li hev kiribin wê jin weke jineke berdayî neyê dîtin.