Têkoşîna “edaletê” di roja 293’an de ne

Têkoşîna ku Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar bi daxwaza "Edaletê" dabûn destpêkirin di roja 293'an de didome.

Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 293’an de berdewam dike. Malbat, ji ber dawiya hefteyê Edliye girtiye nobeta xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsa Rihayê didomîne.  
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya civakî ev parvekirin kir: "Kê bi kîjan hêze re çi dike li holê ye herkes dizane û dibîne. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujiyek organîzekirî heye. Lê rayedar ker û lal in. Kesên ji zilmê re bêdeng bimînin wê êriş li wan jî were kirin."