Têkoşîna ‘edaletê’ di roja 283’an de ye

Têkoşîna ku Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar bi daxwaza ‘adaletê’ dane destpêkirin 283 roj in berdewam dike.

 
Riha – Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 283’yan de berdewam dike. Di seatên sibehê de malbata ku piştî riya 42 kîlometreyan hat ber avahiya Dadgeha Rihayê qada ku weke ‘koşeya edaletê ya malbata Şenyaşar’ tê binvakirin bi pankartên ‘Em Edaletê Dixwazin’ çalakiya nobetê dan destpêkirin. 
Malbatê, li ser hesabê xwe yê twîtterê bi Hashtaga "#HûnNeXwecihîNejîNeteweyîNe bêedalet in” ev parvekirin kir: "Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê çavdêriya bijîjkê beşa lezgîn. Îfadeya wî ya li dozgeriyê bi hûrgilîtir e. Dozgerê ku bi fermanê hat cihê bûyerê, ji ber ku got faîlî meçhûl bi awayekî vekirî alî girtiye, dibe hevparê sûcê mirovahiyê." Malbatê li vê parvekirinê wêneyê peyamên kedkarekî tenduristiyê ku der barê komkujiyê de parve kiribû jî zêde kir. Kedkarê tenduristiyê di parvekirina xwe de dibêje ku êrîş organîzekirî ye û der barê kêliya komkujiyê de agahî dide.
Her wiha malbatê li ser hesabê xwe yê twîtterê waliyê Rihayê Abdullah Erîn ku wêneyên xwe yên serdana esnafê taxa Yenîşehîrê parve kiribû jî vexwend ber Edliyeya Rihayê û ev şîrove kir: "Dayikek ku li ber Edliyeya Rihayê nobet digre heye. Birêz walî dayika ku li edaletê digere ji bîr neke."