Têkoşîna “edaletê” di roja 278’an de ye

Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ên têkoşîna “edaletê” dewam dikin gotin: “Li bajarê pêxemberan bêedaletî rabûye pêdarê!”

Riha - Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû berdewam dike. Malbata Şenyaşar roja 278’emîn a çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê 42 kîlometre durî navenda bajêre nobeta xwe dan destpêkirin.
Malbatê, li ser hesabê xwe yê medya ya civakî dîmenek ji serdana Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû ya wan parve kir û ev parvekirin kir: "Li bajarê pêxemberan bêedaletî rabûye pêdarê! Gel pêşiya edliyeyê nîşanî hemû hilbijartiyên tên Rihayê didin. Em ê edaletê bi piştevaniyê bînin."