Têkoşîna "edaletê" di roja 272'an de berdewam dike

Çalakiya nobetê ya ku Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar bi daxwaza "Edaletê" dabûn destpêkirin ket roja 272'an.

Riha – Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû ket roja xwe ya 272’emîn. Ji ber ku dawiya hefteyê ye malbat çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne.
Malbatê,li ser hesabên xwe yên medya yê ev peyam parve kir: "Hikûmetên ku bingeha wam ne edalet be xerabûyî dibin. Di hejeke herî biçûk de hildiweşin. Heke rêveberiyeke ku zaliman diparêze hebe bila hilweşe! Heke hilneweşe bila tarûmar bibe."