Têkoşîna “edaletê” di roja 271’an de ne

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar têkoşîna xwe ya “edaletê” di roja 271’an de dewam dikin.

Riha - Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû ket roja xwe ya 271’emîn. 
Malbatê li ser hesabê medya yê ev peyam par kir:"Bi hêza îktidarê terorê pêk tînin. Ji aliyê parlamenterên xwe ve direvin derveyî welat. Edliye û dozger jî ji me direvin."