Têkoşîna “edaletê” di roja 240’an de ye
Têkoşîna “edaletê” ya Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar dayî despêkirin di roja 240’an de ye.
Riha- Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, ket roja xwe ya 240’an. Malbata Şenyaşar duh nobeta xwe li ser pêlekanên edliyê dewam kirin.
Ferît Şenyaşar ê li pêş avahiya edliyeyê têkildarî nobeta “edaletê” got: “Em 8 meh in li vir in. Pirsgirêkên tenduristiya dayika min her ku diçe zêde dibin. Tiştên ku dayika min dijî ji bo herkesê ezmûna mirovahiyê ye. Divê hin kes ji vê bêadeletiyê re bêjin bes. Pêşiya me zivistan e. Êdî dayika min nikare vê zilmê ragire. Heke em weke civak dengê xwe bilind bikin wê ev zilm xelas bibe. Pankartên ku roja 200’emîn a nobeta edaletê de dest danîbûn ser ligel 40 roj derbas bûn jî hêj nedane. Ligel ku neqedexeye jî bi awayekî keyfî nadin. Em 40 roj in serlêdanan dikin lê pankartên me nadin me. Ez bang li parlementerên ku mirovahiya xwe windanekirine dikim. Ev ji bo we ezmûneke, ji vê zilmê re bêjin bes.”
Malbata Şenyaşar ji bo ku li ser pêlekanên edliyeyê dest bi nobeta xwe bikin ketin baxçeyê edliyeyê. Lê polîsan li pêş edliyeyê diyar kirin ku ji jor ferman ji wan re hatiye û nahêlin kes li baxçeyê edliyeyê bisekinin. Ligel astengkirina polîsan jî malbat li rex deriyê ketina edliyeyê rûniştin û diyarkirin ku wê çalakiya xwe li vir bidomînin. Polîsan malbat hişyar kir ku çalakiya xwe li derveyî baxçeyê edliyeyê bidomînin û wiha gotin: “Li vir polîs hene, mirovên xerab dikarin li vir bombeyan biteqînin. Kes nikare berpirsyartiya vê bigire ser milê xwe.”
Malbatê bi parêzerên xwe Gokhan Dayik re ji bo ku bi serdozger re daxwaza hevdîtinê bikin derbasî hûndirê edliyeyê bûn.