Têkoşîna "edaletê" 255 roj in berdewam dike
Têkoşîna ku Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar bi daxwaza "Edaletê" dabûn destpêkirin di roja xwe ya 255'an de berdewam dike.
Riha – Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûyî di roja 255’emîn de berdewam dike. Malbat di saetên serê sibê de ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê 42 kîlometre rê girtin û hatin ber edliyeyê.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya yê hesabê Serdozgerê Komarê yê Rihayê etîket kir û ev peyam parve kir: “Serdozgerê Rihayê @yenicerionder peywîra te ne ewe ku komkujiya parlementer û malbata wî kiriye bipeçinî û ‘bibî hevkarê sûc’. Kurteya rewşa ku welat di tê de ye: Tabelaya edliyeyê, dayikên ku aştiyê dixwazin û tîmên taybet.”