"Têkoşîna bi hev re ji fikaran mezintir û xurttir e"
Jinên Afganî, yên bi desteserkirina welat ji aliyê Talîbanan ve, ji vegera pêvajoya berî 2001’an ditirsin, li dijî biryarên şerîetê yên li dijî wan têne girtin têdikoşîn. Edîtora Jinnewsê Gulşen Koçuk bal kişand ser rewşa jinên Afgan û tayîbetî jî rojnamegerên jin ên li welêt di bin xetereyê de ne û diyar kir ku hêviya jinên Afganî li hembeîr êrîşên heyî tenê yekgirtina jinan û gelan ne.
Amed - Talîbanên ku piştî 2001’an vegeriya rêveberiya Afganistanê, rêgezên şerîetê li wî welatî dest pê kirin. Jinên Afganî ku piştî daxuyaniyên berdevkên Talîban pêvajo û qedexeyên li dijî wan qebûl nekirin, li kolanan dest bi berxwedanê kirin. Dema ku jinên li welêt dixwazin ji jiyana karsaziyê qut bibin, jinên ku di televîzyonê de dixebitin di saziya ku ew lê dixebitin de bi gotina, ‘karkirina jinan herame’ nayên girtin. Edîtora Jinnewsê Gulşen Koçuk ku der barê rewşa rojnamegerên jin û gelên li Afganîstanê dijîn de nirxandin kir û xwest ji bo azadiya çapemeniya li welêt gav bên avêtin. Gulşen Koçuk diyar kir ku jinên Afganî rastiyên li pişt siyaseta Talîban ku hewl tê dayîn wekî nerm were nîşandan dibînin.
"Tu cudahî di navbera zîhniyeta Talîban û DAIŞ’ê de nîne"
Gulşen Koçuk, da zanîn ku tişta li Afganistanê qewimî sîtava wêneyê ku demek dirêj e li Rojhilata Navîn hatî dîtin e û got ku wan berî Talîban li Rojhilata Navîn şahidiya pratîkek DAIŞ’ê kirine. Gulşen Koçuk bal kişand ser piratîkên Talîbanan ên bi şêwazê xwe pratîkên DAIŞ’ê zindî dihêle û destnîşan kir ku xelet e ku meriv van her du zihniyetan di vê wateyê de ji hev dû cûda bibîne. Gulşen Koçuk wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di esasê xwe de ev rewşa ku jin û gelên li Afganîstanê dijîn e, em wek jinên ji Rojhilata Navîn, berê şahidê wan bûn û li hin herêman yek bi yek rastî wan hatin. Dema ku Talîban hikûmet girt destê xwe, hin daxuyanî dan ku mafên jinên li gorî rêzikên şerîetê dişopînin û mafên wan binpê nakin. Em van daxuyaniyan wekî êrîşek nermtir li dijî mafên jinan bi nav dikin. Di vê wateyê de, ya ku li vê derê qewimî nîşanek eşkere ya wê ye. "
Gulşen Koçuk piratîka Talîban a berî sala 2001’na û bilêv kir ku ji piratîka wan a berê jî diyare rejîm wê bi rengekî hebûna xwe li welat bidomîne û got: "Gotinên medyaya navneteweyî yên wekî ‘Talîban guheriye, ne wekî berê ye’ xwe derew derxist.” Gulşen Koçuk îfade kir ku ev rastiyek eşkere ye ku Talîban di vê heyamê de neguheriye û got ku di vê wateyê de, meşrû ditîna Talîban, qebûlkirina zîhniyeta DAIŞê ye.
"Jin rastiya pişt siyaseta nerm dibînin"
Gulşen Koçuk di berdewamiya axaftina xwe de behsa zehmetiyên jinên li welat dijîn kir û van tiştan got;
"Dema ku Talîbanan cara yekem Kabul girt, gelek tişt qewimîn wek mînak rojnamegerên jin ên ku bi darê zorê ji cîhê karê wan hatine derxistin û neşandina zarokên keç a dibistanê. Vana tenê wekî şêwaza rêveberiya DAI Ş’ê di forma wê ya nerm de derdikevin pêşberî me. DAIŞ'ê ev yek bi rengekî bixwîn û êrîşkirî kir, lê bi ser neket. Talîban hewl dide ku vê bi nermî bike, lê haya jinan jê heye. Jin dizanin ev êrîş li dijî mafên wan e. Jin dizanin ku ev pêngavek girtinê ye. Jinên ku îro li welêt dijîn, jinên ku çavên wan girtî ne, hay jê hene ku bi wan re rû bi rû ne û haya wan jê heye ku pêwîstiya wan bi têkoşînêk mezin hene. ”
“Jin ji bo destkeftiyên xwe têdikoşin”
Gulşen Koçuk got: "Pêwîstiya herî mezin a jinên li wê dijîn niha bi hevgirtina jinan heye ku were nîşandan" û got ku wan dît ti hêviya jinên bi wan re hevdîtin kirin ji welatan nîne. Gulşen Koçuk diyar kir ku li Afganistanê jin û gel tenê kom in ku jin ji wan hêviya hevgirtinê dikin û wiha got: “Baweriya jinan heye ku ew dikarin destkeftiyên xwe biparêzin. Mafên jinan ên ku di vê serdemê de li vê derê hatin jiyîn rewşek bû ku bi têkoşîna jinan pêş ket. Jin li vê derê bi saya destkeftiyên ku bi diran û neynûkên xwe bi dest xistin hebûn. Di vê wateyê de, jinên rojnameger ên ku me li herêmê hev dîtin jî ev xal tekez kirin. Jinan li pişt perdeyê li dijî pergala heyî têkoşînek meşandin. Bi hatina Talîbanê re ev têkoşîn zêdetir ket bin zextê. Helwesta herî sozdar a jinên li vê derê, bi nêzîkatiyeke wekî ‘Talîban hat, em vedigerin malên xwe’ qebûl nekirin. Jin sê kes bin jî, pênc kes bin an jî sed kes bin jî, wan vê berxwedanê bi awayekî anîn kolanan. Li vê derê rastiyek jinan a wusa heye.”
"Rojnamegerên jin dibin xetereyê de ne"
Gulşen Koçuka diyar kir ku ew nizanin rojnamegerên jin ên li welêt dijîn bi çi xetereyê re rû bi rû ne û azadiya çapemeniyê di her warî de tê binpêkirin û wiha berdewam kir: "Li herêmên gundewar şîdeta Talîbanan a heyî qet di medyayê de nehatiye ragihandin. Em nizanin li gundan çi tê jiyîn. Pirsgirêka di medyayê de nayê xuyan kirin heye. Tiştê ku em di çapemeniyê de dibînin daxuyaniyên berdevkên Talîbana ne. Piraniya hevpîşeyên me yên li wir nizanin ew bi çi xetereyê re rû bi rû ne. Lê ya sereke azadiya çapemeniyê ye. Di hemû qadên şêr de jî Azadiya çapemeniyê nayê desteserkirin. Lê wekî ku em ji di şerê DAIŞ’ê de jî dizanin, parêzbendiya çapemeniyê niha di bin lingan de ye. Di vê wateyê de, rojnamegerên li wir, taybet jinên rojnamevan, wekî gel hewcedariya wan bi hevgirtinê heye. Ji ber ku ji bo ew bikaribin li wir karên xwe bikin û vê pêvajoya dîrokî bi awayek rast ragihînin hewce hevgirtinek xurt hîs bikin. "
"Têkoşîna bi hev re ji fikaran mezintir û xurttir e"
Gulşen Koçuk destnîşan kir ku sînor bi hevgirtin û têkoşîna bi hev re dikarin bên rakirin, di vê wateyê de bang li jinan jî kir û got:
“Di vê pêvajoyê de, me dît ku têkoşîna jinan sînoran çawa derbas kiriye. Em dikarin van sînoran ji bo rojnamegerên jin jî bi heman awayî çêbikin. Têkoşîna bi hev re ji fikaran mezintir û xurttir e. Dibe ku li Rojhilata Navîn jiyîn û rojnamegerî di xalek pir xeternak de be, lê hevgirtin û têkoşîna li vêderê ji wê xeteriyê mezintir e. Ew dema ku dixebite wê tirsê derbas dikin. Di vê serdemê de, li pêşberî me têkoşîneke bêsînor a jinan heye. Em wekî jinên rojnameger ên li Rojhilata Navîn dixebitin, hêza xwe ji wê têkoşîna bêsînor digirin. Jin çavkaniya hêza me ne. Bi vî rengî ez ji jina ku li Afganistanê dixebite hêz digirim û ez dixwazim hêz bidim wê jî."