Têkoşîna bê dawî ya xizmên windayan

Bi salan e, xizmên windayan li gelek bajaran kom bûne, qurnefîl û wêneyên hezkiriyên xwe yên winda di destê xwe de digirin, heman pirsê dubare dikin: “Ew li ku ne?” Tevî bêdengiyê, ev bendewariya ku bênavber mezin dibe.

SARYA DENİZ

Navenda Nûçeyan - Strana Şemiyê bi "Roj derbas dibin li bendê ne... Roj kerr e, lal e, bilbil bêdeng in..." dest pê dike û berdewam dike:

“Ax, ez dayîkek im,

Ruhê min naşewite her çend ew min ji derve bavêjin agir,

Hûn nikarin hêviya min ji min bistînin,

Ez bimrim jî, şîna min dê dîrokê reş bike.”

Ev gotin ne tenê xemgîniya stranek, di heman demê de êşa bêdawî ya dayîkên ku bi salan e li aqûbeta zarokên xwe dipirsin jî vedibêjin. Di Hefteya Windayan de, heman pirs careke din li meydanan mezin dibe: Kengî dê hesab ji bo kesên ku di binçav de winda bûne bê xwestin?

Têkoşîna Dayîkên Şemiyê ya bi sedan hefte ne didome

Li Qada Galatasarayê, li Amed, Êlih, Îzmîr û Wanê, ew kesên ku bi wêneyên dilşewitî di destên xwe de li bendê ne, tevî hemû salên derbasbûyî, ji lêgerîna zarok, hevjîn, bira û xwişkên xwe û daxwaza xwe ya edaletê jî dev bernedane. Gotinên “Jiyanek winda bû, jiyanek winda bû... Xwedêyo, ev çi dinya ye, çi şerm e” di bîra Tirkiyeyê de berdewam dikin, birîneke ku hîn nehatiye dermankirin temsîl dikin. Îro, di demekê ku li ser aştî û lihevhatinê nîqaş tê kirin de, daxwaza rastiyê ku Dayîkên Şemiyê bi salan e tînin ziman, wateyek bi bandortir hildigre: “Hûn nikarin hêviya min ji min bistînin... Ez bimrim jî, şîna min dê dîrokê reş bike…”

Her tişt bi lihevhatinê mimkun e

Pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk ku careke din li Tirkiyeyê tê nîqaşkirin, rastiya windakirinên bi zorê û kuştinên bê çareserî yên ku bi salan di tariyê de mane, derdixe pêş. Di daxuyaniyek ku di çarçoveya Hefteya Windayan de hat dayîn de, parêzvanên mafên mirovan û xizmên windayan diyar kirin ku “bêyî rûbirûbûna bi rastiyê re, aştiyek mayînde çênabe” û bang li dewletê kirin ku bi sûcên ku di demên berê de hatine kirin re rûbirû bibe, çarenûsa windayan eşkere bike û siyaseta bêcezatiyê bi dawî bike. Daxuyaniyên ku balê dikşînin ser têkoşîna 31 salî ya Dayîkên Şemiyê ya ji bo edaletê, tekez dikin ku avakirina civakek demokratîk tenê bi zelalkirina windakirinên bi zorê û vegerandina bîra kolektîf mimkun e.

Lêgerînek 31 saleyî

Ji sala 1995’an vir ve, heyama di navbera 17 û 31’ê Gulanê de, ji hêla Komeleya Mafên Mirovan ve wekî Hefteya Windakiriyan tê bibîranîn. Armanca vê hefteyê ew e ku rastiya windakirinên bi darê zorê li Tirkiye û li çar aliyê cîhanê ne were rûbirûkirin, çarenûsa windakiriyan were destnîşankirin û sûcdar li ber edaletê werin darizandin. Ev 31 sal in, xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan di vê hefteyê de, bi taybetî li ber Lîseya Galatasarayê ya li Beyogluya Stenbolê û her wiha li bajarên wekî Amed, Batman, Şirnex, Colemêrg, Dêrsim, Îzmîr, Enqere, Edene, Mêrsîn û Wanê, fikarên xwe yên li ser windayan anîn ziman.

Siyaseta dewletê

Li gorî tomarên dîrokî, koka windakirina bi zorê dikare vegere polîtîkayên tepeserkirinê yên ku di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de li Almanyaya Nazî pêk hatine. Di vê heyamê de, tundiya sîstematîk a dewletê derket holê, bi taybetî jî hedefgirtina muxalif, Cihû û komên hindikahî yên cûrbecûr û "înkar" bû beşek yekgirtî ya pêvajoyê. Di bin “Fermana Şev û Mijê” ku di sala 1941’an de hate bicîhanîn de, şervanên berxwedanê yên li welatên dagirkirî, bi dizî hatin girtin û birin Almanyayê, darizandinên wan bi tevahî li pişt deriyên girtî hatin kirin û malbatên wan di derbarê gelek kesan de tu agahî negirtin. Ev rêbaz wekî polîtîkayek dewletê ya ku armanc dikir bi afirandina tirs û nezelaliyê berxwedanê tepeser bike derket pêş.

Piştî salan ji nû ve derket holê

Piştî gelek salan, windakirina bi zorê di qanûna navnetewî de bê naskirin û rêziknameyek girêdayî bû. Lê belê, di salên 1960 û 1970’yan de, ev pratîk ji nû ve derket holê. Bi taybetî li Emrîkaya Latîn û bû pratîkek dewletê ya berbelav li welatên wekî Guatemala, Brezîlya, Arjantîn, Şîlî, Perû, El Salvador, Uruguay û Hondurasê. Di vê heyamê de, hate ragihandin ku bi hezaran kes winda bûne, di gelek rewşan de heta cenaze jî hatine rakirin û destûr hatiye dayîn ku sûcdar ji edaletê birevin. Komîsyonek fermî ya li Arjantînê hate damezrandin, ragihand ku herî kêm 8 hezar û 960 kes winda bûne û destnîşan kir ku hejmara rastîn dikare zêdetir be.

Salên 1980’yî û berdewama wan

Ji salên 1980’yan û pê ve, dozên windakirina bi zorê ne tenê bi Emrîkaya Latîn ve sînordar bûn. Ew li herêmên cûda yên wekî Iraq, Îran, Cezayîr û Srî Lankayê belav bûn. Bi taybetî li deverên ku pevçûnên navxweyî û polîtîkayên ewlehiyê yên dijwar hene, ev pratîk bû amûrek sîstematîk ji bo tepeserkirina nerazîbûnê. Bi deh hezaran windabûn li Srî Lankayê û Iraqê hatine ragihandin û gelek doz hîn jî ne çareserkirî ne. Bi heman awayî, negirtina tomarên binçavkirinan an veşartina tomaran, li hin welatan lêpirsîna çarenûsa windayan hîn tevlihevtir kir.

Têkoşîn berdewam dike

Li ser asta navneteweyî, di nav Neteweyên Yekbûyî de mekanîzmayên taybet hatin damezrandin da ku rewşên windakirina bi zorê bişopînin û rapor bikin. Lê belê, ji ber hêzên sînorkirî yên van avahiyan, pergalek qanûnî ya girêdayî, demek dirêj nikarîbû bê damezrandin. Her çiqas pênaseya windakirina bi zorê bi pejirandina peymanên navneteweyî û herêmî ve hatibe zelalkirin jî, têkoşîna gerdûnî ji bo jiholêrakirina tevahî ya vê pratîkê, îro jî berdewam dike.

Windabûna bi darê zorê çi ye?

Li gorî Peymana Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser Parastina Hemû Kesan a li dijî Windabûna Bi Zorê, “windabûna bi darê zorê”, tê wateya binçavkirin, girtin, revandin, an jî bi awayekî din desteserkirina azadiya kesek a ji hêla rayedarên dewletê an kes an komên ku bi destûr, piştgirî, an jî agahdariya dewletê tevdigerin. Ev jî tê vê wateyê ku agahdariya li ser cihê kesê/a tê veşartin an jî ji azadiya wî/wê tê înkarkirin, bi vî rengî kes ji çarçoveya parastina qanûnî tê derxistin. Ev pênase bi giranî li ser sê hêmanên bingehîn e: Ya yekem, divê kes li dijî îradeya xwe ji azadiya xwe bêpar bimîne. Ya duyemîn, divê beşdariya rasterast an jî qet nebe pejirandina bêdeng a rayedarên dewletê di vê pêvajoyê de hebe. Di dawiyê de, nepejirandina ku kesek di bin çavdêriyê de ye, an veşartina bi zanebûn a agahdariya li ser cih û çarenûsa wî, hêmanek temamker a vê kiryarê pêk tîne.

Peyman çi dibêje?

Îro, bi hezaran malbat li Tirkiyeyê li hezkiriyên xwe digerin û her wİha daxwaza pejirandina Peymana Navneteweyî ya Parastina Hemû Kesan ji Windabûnên Bi Zorê (ICPPED) dikin. Ev peyman,ji hêla Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve di 20’ê Kanûna 2006’an de hatiye pejirandin û di 7‘ê Sibata 2007’an de ji bo îmzekirinê hatiye vekirin. Peyman di 23’yê Kanûna 2010’an de ket meriyetê. Heta niha, 98 dewletan ew îmze kirine û 76 dewlet bûne alîgir. Lê belê, Tirkiyeyê hîn peyman îmze nekiriye.

Peyman erkên bingehîn li ser dewletan ferz dike ku windabûna bi darê zorê sûcdar bikin, lêkolîn bikin, sûcdaran ceza bikin û mafên xizmên windayan nas bikin. Peyman her wiha destnîşan dike ku divê dewletên îmzekar li ser avakirina Komîteyek li ser Windabûnên Bi Darê Zorê, wekî mekanîzmayek çavdêriyê razî bibin. Peyman dibêje “Tu kes nikare bi darê zorê bê windakirin” û “Tu rewşek awarte, tevî rewşa şer, gefa şer, bêaramiya siyasî ya navxweyî an jî her rewşek awarte ya din, nikare wekî hincetek ji bo windakirina bi darê zorê bê bikaranîn”, şertek pêşîn e ji bo dîtina windayan, zanîna çarenûsa wan û bidawîanîna siyaseta bêcezatiyê.

Li Tirkiyeyê windabûn

Tê zanîn ku windabûnên bi zorê li Tirkiyeyê ne tenê piştî darbeya 12’ê Îlona 1980’an, di heman demê de wekî formeke sîstematîk a şîdeta dewletê di serdema rewşa awarte ya dijwar (OHAL) a salên 1990’î de derketin holê. Û di van salan de, hejmara windabûnan bi berdewamî zêde bû.

Her çend rêxistinên mafên mirovan bi piranî daneyên li ser windabûnên li Tirkiyeyê bi rêya tomarên xwe dişopînin jî, hîn jî daneyên fermî û berfireh ên dewletê tunene. Raportên rêxistinên wekî Komeleya Mafên Mirovan û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê bi sedan dozên windabûnê bi hûrgilî nîşan didin û tekez dikin ku hejmara rastîn pir zêdetir e. Di vê heyamê de, çarenûsa hin kesan ne diyar e û di hin rewşan de, tewar cenaze jî nehatine dîtin. Her çend vedîtina gorên komî li hin herêman delîlên windabûnê eşkere kiribe jî, nezelaliya ku ji hêla xizmên windabûyî ve tê jiyîn û nekarîna dîtina cenazeyan, di asta civakî de mîna travmayek kûr tê hesibandin.

Ji sala 1995’an vir ve li kolanan in

Xizmên windayan, bi taybetî ji sala 1995’an vir ve, her hefte dicivin da ku daxwaza xwe ya edaletê dubare bikin. Jin berdewam dikin ku têkoşîna ji bo edaletê ji bo windayan pêşengiyê bikin. Ji 27’ê Gulana 1995’an vir ve, dayîkên Şemiyê her Şemiyê li Qada Galatasarayê dicivin, di destekî de qurnefîl û di destê din de wêneyên hezkiriyên xwe hildigrin, têkoşînek ji bo rastî û edaletê dimeşînin. Bi laçikên xwe yên spî, Dayîkên Aştiyê li çarenûsa xizmên xwe dipirsin. Li seranserê cîhanê, têkoşîna ji bo windayan bi binçavkirin, îşkence û girtinê re rû bi rû dimîne. Xizmên windayan, mînakek têkoşîna dijwar a li Tirkiyeyê nîşan didin ku, tevî her tiştî li meydanan dev jê bernadin. Barê vê têkoşînê pir caran di gotinên stranekê de tê dubarekirin: “Were ba min, were ba min, dayê

Du polîs li her du aliyên min

Destên min di kelepçeyan de ne

Min bibîne, min bibîne, dayê.”