Têkoşera azadiya jinên Mexrîbî Rahma Nazîf hat bibîr anîn

Pêşenga xebatên sendîkal, siyasî û mafên mirovan a Mexrîbî Rahma Nazîf ya bi xebatên xwe mîrateya têkoşînê ya giranbûha ji jinan re hişt di çileya wê de hat bibîr anîn.

HENAN HARITE

Mexrîb – Yekîtiya Çalakiyên Jinan a Mexrîbê çalakvana siyasî û mafê mirovan Rahma Nazîf ku salên xwe bi têkoşîna azadiyê derbas kir û li pey xwe mîrateyek giranbûha hişt, duh di çileya wê de li bajarê Casablanca yê Mexrîbê bi merasîmek bibîr anî. Jinên ku di bîranînê de amade bûn bi yek dengî qebûl kirin ku Rehma Nazîf yek ji wan jinan e ku bi têkoşîn û berxwedana xwe li Mexrîbê riya pêşerojek azad xêz kiriye.

‘Di destkeftiyên jinan de rola Rahma Nazîf heye’

Endama Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan Zehra El-Werdî ya beşdarî bibîr anî bû wihagot, "Min wê weke pêşenga têkoşînê nas kir. Yek ji wan kesên destpêkê bû ku di nava xebatên siyasî, sendîka û sendîkayan de cih girtibû. Tevî ku civak ji hebûna jinan di eniyên herî pêş ên têkoşînê û tevlîbûna wan a tevger, sendîka û partiyan de hişyar bû û li her kesî dinêrî. Tişta ku me îro di warê maf û destkeftiyan de bi dest xistiye û di guherandina statûya jinên Mexrîbê de, rola Rahma hebû. Di avakirina vê ramanê û çanda mafên mirovan de cih girt.”

‘Çavkaniya îlhamê bû’

Amîna Xattan rawestgehên têkoşînê yên ku di nava 37 salan de bi Rahma Nazîf re berhev kiribûn bi bîr xist û wiha got: "Ew çavkaniya îlhamê bû. Di bêdengî û li pişt çirayan de dixebitî. Bawerî û hêvî ji nû ve zindî kir. Dema ku tev li Weqfa Selah bû, tu carî dest ji berxwedan û têkoşînê berneda.” Amîna Xattan a anî ziman ku Rahma Nazîf timî ji bo jin serbixwebûna xwe bidest bixin têkoşiyaye destnîşan kir ku ew ê têkoşîna wê ya ji bo azadiya jinê bidomînin.

Rahma Nazîf

Rehma Nazîf a di sala 1946'an de hat dinê, salên dirêj ji bo azadiya jinên Mexrîbî têkoşiya. Rehma Nazîf di sala 2008’an de tûşî nexweşiya Alzaimer bû û ji sala 2015’an ve ji qada siyasî, sendîkayî û mafên mirovan dûrketî piştî ku nexweşî pê ketibû, ji ber ku ew di qonaxên dijwar re derbas bû û Gulana borî jiyana xwe ji dest da.