Têkoşer Bêrîtan li Şehbayê hat bibîranîn

Bi boneya salvegera 32'emîn a têkoşêr Gulnaz Karataş bi nasnav Bêrîtan li Şehbayê civînek hat lidarxistin.

Şehba- Kongra Star a navçeya Ehdasa Şehbayê ji bo bîranîna salvegera 32'emîn a têkoşer Bêrîtan (Gulnaz Karataş) ku di 25'ê Cotmeha 1992'an de jiyana xwe ji dest da, civînek bîranînê li dar xist. Civîn li ser asta navçeya Ehdasa Şehbayê bi beşdarbûna şêniyên navçeyê û saziyên wê her wiha li hola Çand û Hunerê ya li navçeyê hat lidarxistin. Civînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre sînevîzyonek der barê jiyan, têkoşîn û berxwedana Bêrîtan hat temaşekirin.

Der barê civîna bîranînê de jinên ku beşdarî civînê bûn ji ajansa me re axivîn.

'Têkoşîna Bêrîtanê bû bingeha artêşa jinan'

Ji koordînsyona Kongra Star a navçeya Ehdasê Emîna Sulêman behsa bingeha felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” kir û wiha pê de çû: "Têkoşîn û berxwedana pakrewan Bêrîtan bû bingeha felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî”. Bi saya têkoşîna wê di xeta azadiyê de artêşbûna jinan hat avakirin û li cîhanê belav bû. Têkoşer Bêrîtan li hemberî xeta îxanetê tu carî teslîmiyetê qebûl nekir lewre xeta şehadetê hilbijart tenê ji bo xwe teslîmî dijmin neke. Îro jin bi saya têkoşîna pakrewanên xwe li kolanan in û mafên xwe dixwazin. Her dem pêşengên ku civakê bi rê ve dibin bi destên îxanetê tên hedefgirtin ji Bêrîtanan bigre heta Zelalan jin di hemû qadên civakî, siyasî û leşkerî de cih digrin û pêşketinan bi dest dixin. Îxanet wê bi têkoşîn û berxwedana jinan têk biçe."

'Hêz û vîna me bi kesayeta Bêrîtan mezin dibe'

Yesmîn Piling a ku tevlî civînê bû diyar kir ku weke jin hêz û vînê ji têkoşîna jinan a di dîrokê de girtine û niha şopdarên wan in û wiha vegot: "Me jinan hêz û moral ji têkoşîn û berxwedana jinan a di dîrokê de girt û niha jî em wan dişopînin û li ser xeta ku bi xwîna xwe ji me re diyarî kirine, dimeşin. Hevala Bêrîtan bi hêz û vîna xwe li dijî îxanetê şer da meşandin û teslîmiyetê qebûl nekir. Bi saya felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî, îro em têkoşîna xwe li dijî dagirkeran didin meşandin û parastina hebûna xwe dikin. Hebûna jinên azad têkbirina hêzên desthilatdar e. Niha bi hezaran Bêrîtan hene û şopdarên pakrewanên xwe ne."