Têgihiştina bedena îdeal zirarê dide tenduristiya jinan

Jinên ku li Îranê di sektora modayê de dixebitin, bal kişandin ku ji ber têgihîştina bedena îdeal jin bi tenduristiya xwe dilîzin û diyar kirin ku ev qad aliyekî din ê tundiya li dijî jinan e.

AGRÎN HOSSEYÎNÎ

Dîwandare- Jin bi qasî ji sedî 80 hêza kar a cîhanê ya di endustrisiya cil û berg û modayê de pêk tînin û di heman demê de girseya sereke ya vê sektorê ne. Di vê sektorê de cihêkarî û tundiya li ser jinan pir zêde ye.

Yek ji pirsgirêkên bingehîn ên di vê sektorê de modelîstî ye ku forma giştî ya bedenê di şertên modaya tê xwestin de bigrî. Li gorî peymanê ji bo reklamên wek cil, zînêt, çente, pêlav û hwd. bên kirin divê modelîst şeklê bedena xwe biparêze, ji ber vê yekê kesên modeltî dikin gelek caran serî li diyetên ecêb û hişk didin û bi rêbazên taybet nahêlin şeklê bedena wan biguhere. Şîva N. a 25 salî ya li Dîwandereyê di qada modelîstiyê de dixebite, der barê sektorê de ji ajansa me re axivî.

'Li Îranê şert û mercên modeltiyê zehmetir in’

Şîva N. ya ku sêwirana dirûtinê dixwîne, diyar kir ku jin di sektora modayê de zirarek mezin dibînin. Şîva N. wiha axivî: “Ji bilî balkêşiya vê qadê, gelek pirsgirêkên wê jî hene. Mînak jin ji bo bigihîjin bilindî û giraniya diyar a bedenê, zirareke mezin didin beden û zîhnê xwe. Diyetên hişk dikin û gelek pirsgirêkên bedenî û derûnî dijîn. Bêguman, cihê ku ez wek modela cilan dixebitim ev ne ewqas hişk in lê dîsa divê hûn bigihîjin giraniya guncan û taybetmendiyên din ên dîtinê. Lê rewşa hevalên min ên din di vî pîşeyî de gelek xemgîn e, wek serhişkî û bêewlehî... Li welatê me hebûna jinan di warên curbecur de ji ber şert û merc û ola ku tê ferzkirin her dem bi sînor e. Ji van qadan yek ji herî populer modeltiya li dijî jinan e. Li Îranê şert û mercên modeltiyê li gorî welatên din ji bo jinan zêdetir zehmetir e.”

'Tundiya zayendî, derûnî û fizîkî heye'

Şîva N. diyar kir ku gelek jin dema dest bi pîşeya modeltiyê dikin hin hebên qelskirinê bi kar tînin û wiha got:

“J ber bikaranîna hebên bi vî rengî yên qelskirinê gelek pirsgirêkên tenduristiyê jî derdikevin. Mixabin, ji ber ku ji vê fikarê ewqas acîzbûne, guh nadin tenduristiya xwe. Beşek ji van kesan ji ber bikaranîna teqwiye û bi têra xwe av venaxwin tî dimînin û gelek nexweşiyên bê derman bi wan re çêdibin. Jinên zewicandî yên dikevin pîşeya modeltiyê, peymanên demdirêj îmze dikin û di vê pêvajoyê de mafê wan ê ducanîbûnê nîn e. An jî jinên zewicî qebûl nakin. Gelek jinên ciwan ji bo fît xuya bikin, li ser bedena xwe tiştên bi xeter dikin. Di roja me ya îro de gelek jin û mêr dema ku xwe bi modelên di medyayê de dibînin re muqayese dikin, vê carê bedewiya xwe lêpirsîn dikin. Lê li pişt van model û dîmenan gelek tundiya zayendî, derûnî û fizîkî heye.”