Tecrîd û pirsgirêka Kurd mohra xwe li Kongreya Partiya Çepên Kesk xist

Dayikên Aştiyê yên ku beşdarî kongreya Partiya Çepên Kesk bûn, bi pankarta bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan. Tecrîd û daxwaza çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd mohra xwe li Kongreyê xist.

Navenda Nûçeyan-Partiya Çepên Kesk 4'emîn Kongreya xwe ya Asayî ya Mezin li Salona Sporê ya Ataturk a Enqereyê li dar xist. Di saetên serê sibê de bi hezaran kesên ku ji Tirkiye û Kurdistanê hatin, ji sê nuqteyên lêgerînê yên li herêmê derbas bûn. Welatî bi tilîlî û dirûşmeyan ketin her nuqteya lêgerînê û ji serê sibê de navnîşana guhertin û veguhertinê nîşan dan. Her ku dem derbas dibû heyecana girseya ku di salonê hilnehat  û kongreyê ji derve dişopand zêde bû. 

Di kongreyê de çi derket pêş;

*Zêdeyî 10 hezar kes beşdar bûn.

*Di saetên sibehê de jin bi kincên netewyî û sor û zer ketin qadê.

*Di kongreya ku jin û ciwan bi awayekî girseyî beşdar bûn de, dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" kêliyekê jî nesekinîn.

*Nîvê temaşevanên ku di salonê de bi cih nebûn, li ser ekrana LED a li derve hatiye danîn li axaftinên li hundirê salona kongreyê guhdarî kirin.

*Welatiyan li derve govend gerandin û dirûşmên "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" û "PKK gel e gel li vir e" berzkirin.

*Piştî deqîqeya rêzgirtinê ciwanan posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan vekirin.

*Di axaftinan de gelek caran bertekên li ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derketin pêş.

*Welatiyên ku bertek nîşanî xiyaneta PDK'ê jî dan, gelek caran ji bo yekîtiya neteweyî dirûşm berz kirin.

*Dayikên Aştiyê yên beşdarî kongreyê bûn bi pankarta ku vekirin bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan.

*Coşa welatiyên ku dema li salonê guhertina navê partiyê dihat kiri, heta dawiya kongreyê dewam kir. Peyam hatin dayin ku ruhê HADEP'ê yê 20 sal berê wê heta roja îro were meşandin

Rêveberiya partiyê hat diyarkirin

Di kongreya ku navê partiyê wekî Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) hat guherandin de, Hevseroka Giştî Tûlay Hatîmogullari Oruç û Tuncer Bakirhan hatin hilbijartin. Rêveberiya partiyê jî diyar bû. Endamên PM'ê yên HEDEP'ê yên ji 80 kesan pêk tên ev in: 

 “Aysel Batyar Onsel, Bahattîn Karaman, Hulya Kavuk, Ozturk Turkdogan, Berdan Ozturk, Îbrahîm Akin, Perîhan Pakîze Sînemîllîoglû, Berkat Kar, Îdîl Ugurlu, Recep Demîrcî, Beybûn Aslan, Îlknûr Bîrol, Samî Evren, Beyza Zeyno Bayramoglû, Kemal Bulbul, Selçuk Odabaşi, Burcugul Çubuk, Kerem Firtina, Selda Îlgoz Kocayîgît, Bulent Uyguner, Lîvan Orman, Sema Koç, Cabbar Leygara, Lutfu Kaya, Semîha Şahîn, Canan Çalagan, Mahfuz Guleryuz, Semra Kiratlı, Canan Kebenç Ozkan, Medîha Yuksel, Senem Erîş, Cemîle Turhalli Balsak, Mehmed Alî Yavuz, Serhat Eren, Derya Arslan, Mehmet Bozgeyîk, Servîn Kararkoç, Diyadîn Firat, Mehmet Ruştu Tîryakî, Several Ballikaya Çelîk, Ebru Gunay, Mehmet Saltoglu, Sevtap Akdag Karahali, Edanûr Îbrahîmoglû, Melîs Emîne Tantan, Sezaî Temellî, Elîf Bulut, Metîn Kiliç, Sînem Seven, Emîralî Turkmen, Muhammed Ayten, Şakîre Şeyda Ataş, Ender Îmrek, Mûrat Gokdag, Tayîp Temel, Evgîl Turker, Mûrad Mihçi, Tulay Korkutan, Fatma Çelîk, Mûsa Pîroglû, Umut Vedat Açar, Fatma Koçyîgît Oner, Naciye Îskender, Umît Kuçukbayatlili, Funda Buyruk, Nevroz Şanli, Unal Yûsûfoglû, Hacî Erdemîr, Nûray Ozdogan, Vedat Çinar Altan, Halîme Bayram, Onur Hamzaoglû, Vezîr Coşkun Parlak, Hatîce Betûl Çelebî, Omer Gorunmek, Yuksel Mutlu, Hatîce Dogan, Hulya Ateş, Ozlem Gunduz, Ozcan Teker.

Endamên Lijneya Disîplînê ya Navendî: Cumhur Ege, Garîp Kandemîr, Zeynep Nilgûn Salmaner, Emîne Akyazili, Huseyin Gozen, Eylem Arzu Kayaoglû, Tulay Kilinç.

Endamên eslî yên yên Lijneya Lihevanînê: Aylîn Hacaloglu, Ayşe Erdem, Nevzat onuk, Ayşe Elîf Ela Hasanoglu, Mehmet Salih Yildiz.