"Tecawiza li dijî mamosteyên jin tecawiza li dijî nirxên azad ên Cezayîrê ye"
Di 23'ê Gulanê de Sendîkayên Perwerdeyê li Wîlayeta Edrar, bi amadebûna xebatkarên sektora perwerdeyê yên li herêmên cur be cur ên wîlayetê, li ber navenda wîlayetê xwepêşandanek organîze kirin.
Cezayîr – Piştî êrîşa li ser mamosteyên jin li wîlayeta Edrar, Sendîkayên Perwerdeyê çalakiyeke protestoyî li pêş navenda wîlayetê organîze kirin û karmendên perwerdeyê ji herêmên cuda yên wîlayetê tevli bûn. Zêdetirî 150 mamosteyên jin tevli vê çalakiyê bûn.
Hacir Tenah ku yek ji mamosteyên tevli protestoyê bû, wiha got: "Em ji bo şermezarkirina êrîşa li ser mamosteyên Edrar derketine. Em wekî mamosteyê wîlayeta Edrar daxwaza qanûneke ku parastina mamosteyan bike, dikin."
Di xwepêşandanê de, xwepêşanderan dirûşmên şermezarkirina rewşa zehmet a mamosteyên Edrar, hildan. Welatiyên ji civaka sivîl jî tevli xwepêşandanê bûn û bi tundî ev bûyer şermezar kirin û pankartên ku li ser wan nivîsa "Tecawiza li dijî mamosteyên jin, tecawiza li dijî hemû nirxên azad ên Cezayîrê ye" hildan.