Taxima basketbolê ya jinên Îran û Katerê hevpeyîman îmze kirin

Taxima basketbolê ya jinên Îran û Katerê hevpeyîmanek îmze kirin û teknîkdirektora taxima jinên Îranê Naîme Zafer ji bo berpirsiyariya taxima jinên Katerê hat hilbijartin.

 
Navenda Nûçeyan - Taxima basketbolê ya jinên Îran bi Fedresyona Basketbolê ya jinên Katerê re hevpeyîmanek mor kirin. Teknîkdirektora taxima basketbolê ya jinên Îranê Naîme Zafer a ku di heman demê de yekemîn jina Îraniye di radyoyê de jî nûçegihaniya basketbolê dike, weke berpirsiyara taxima jinên Katerê hat hilbijartin.