Tara Hisên banga xwedîderketina li Şengalê kir
Cîgirê hevserokê Tevgera Azadî ya Komeleya Kurdîstanê Tara Hisên li hemberî êrîşên ser Şengalê banga xwedîderketinê li welatiyên Başûrê Kurdistanê kir. Tara Hisên dazanîn ku divê her Kur dli hemberî êrîşên ser Şengalê xwedî helwestbe.
Navenda Nuçeyan - Cîgirê hevserokê Tevgera Azadî ya Komeleya Kurdîstanê Tara Hisên li ser hesabê xwe yê tura civakî bertek nişanî bêdengiya li beramberî rewşa Şengalê da û got: “Niha li herêma Kurdistan yek leşker an ji şîrovekarên Kurd dibêjin ma ewa li Afganistinê bûye li Iraqê wê bibe yan ne û ger bibe ji pilan û amadekariyên wana çine? Duh firokeyên bê mirov yên dewleta Tirk nava suka Şengalê bombabaran kirin û komkujî pêkanîn. Ez ji yên ku nêz nabîne û weke ku cihên dur ên weke Efganistanê tenê di metirsiyê û nava şer dene dipirsim temaşebikin ka Şengal nêztire yan jî Kabîl? Erê ji bo te li Hewlêr û Silêmanî rewş û senaryoyên li Şengal nêziktire dubare bibe yan Kabîl? Çima tu helwestekê nişan nadî? Ger rewşa Kabilê nêzîkî Pêncewin, Kelar yan Dihok bûya, xelkê me ewqas şîrove nedikir.”
Tara hesin di dawiyê de daxwaz ji hemwelatî, rewşenbîr û welatparêzan kir ku li hember êrîşên ser Şengalê xwedî helwest bin û dakevin qadan.