Talk menesetî 30 cara duyem tê pêşkêşkirin
Cara duyem di 6'ê Tîrmehê de "menesetî 30" hat lidarxistin ku di vê menesê de nîqaş di navbera du tîman de çêdibe ev nîqaş jî li ser "tevlîbûna ciwanan li cihê biryargirtinê de esasê serkeftin ye" li ser vî esasî du tîmên ku tîmek ji keçan pêk tê û tîmek ji xurtan pêk tê
NÛR SIRÎB
Yemen- Kesên ku tevli nîqaşê bibin xwe kirin du tîm, tîmek xwe jê tîma alîgir a ku mijara nîqaşê erênî dibîne ku "beşdarbûna ciwanan di cihê biryargirtinê de esasê serkeftinê ye " û endamên di vê tîmê de cilên bi rengê şîn li xwe dikin û tîma duyem a dijber ku mijara nîqaşkirinê red dike û endamên ve tîmî cilên bi rengê sor li xwe dikin.
Zehra Alî ya ku endama Tîma ie a ku piştrast dike beşdarbûna ciwanan di cihê biryargirtinê de esasê serkeftinê ye dibêje: "Ev tecrubeya min a yekem e di nîqaşê de û min kedek pir mezin da di perwerdeyê de di 5 rojên beriya nîqaşê de û Ez beşdariya ciwanan di biryargirtinê de red nakim lê pêşketina ciwanan bi wekhevî li hemî parêzgehan bê cudahî dê bêguman bibe sedema beşdariya bi bandor û bêguman em ê bi modelên serkeftî derkevin."
Proje girêdayî weqfa platforma ciwanan e
Di hevdîtineke ku ajansa me bi karmenda projeyê ya bi navê Muna Tirkî re kir wê got: "Menesetî 30 (blatforma min 30) projeyeke girêdayî weqfa platrforma ciwanan e dihê wê li Adenê ye, ew ciwanên di navbera 18 û 30 salî hedef digre da ku ji wan re qadeke ji bo nîqaş û pevguhertina ramanan qadên dijîtal çêbike her wiha ew hewcedariyên wan peyda dike ji aliyê tamînkirna pêşkeftin û pêşkêşkirina wan peyda dike."
Menesetî 30 yekem malpera Yemenê ye derketiye holê ku bi ciwan û afirîneriya wan ve mejûl dibe di 20’ê Cotmeha 2018'an de hatiye destpêkirin.
Pirsnameyên mehane pêşkêş dike
Her wiha Muna tirkî destnîşan kir ku menesetî 30 pirsnameyên mehane pêşkêş dike ku ew tê de raman û helwestên ciwanan di forma daxuyaniyên ku di medyaya herêmî de têne weşandin berhev dike û li axaftinê xwe zêde dike û dibêje: "Menesetî Talk bernameyek e ku ji komek ji menesetî 30 pêk tê ku di nava xwe hejmarek ji ciwanan e. Ew ji bo firsenda ku di axaftin û behreyên giştî de bibin xwedî maf pêşbaz dibin. Dûre ew di ezmûna perwerdeya hevsengiyê re derbas dibin, di perwerdeyê de ew dikevin pêşbaziyê da ku di nîqaşa dawîn de ya ku bûyer dîtiye cih veqetînin."
Ev nîqaşa dijber li Adinê hatiye çêkirin bi şahiyên ciwanan ên ji bo roja navneteweyî ya pîşeyên ciwanan ku dikeve 15'ê Tîrmehê di her salê de.