Talîbanê pergala tenduristiyê anî asta hilweşînê

Piştî ku Talîbanê welat xist bin kontrola xwe de li Efganîstanê di pergala tenduristiyê de pirsgirêkên cidî têne jiyîn. Li Bamyan nexweş ji bo dermankirinê neçar in biçin Pakîstan û Hindistanê.

BAHARÎN LEHÎB

Kabîl – Piştî ku Talîbanê dest danî ser rêveberiya welat, gelek dixtor ku di nav wan de dixtorên jin jî hebûn ji kar avêtin. Gelek dixtor jî ji ber zextan welat terikandin. Ruxmê ku pereyên mezin diherikin nexweşxaneyan jî, piraniya nexweşên ku ji ber nebûna alav, bijîjk û dermanan nikarin derman bibin neçar dimînin ku biçin Pakîstan an Hindistanê.

Nexweşxaneya li Bamyan bê erk ma

Yek ji van nexweşxaneyan jî nexweşxaneya Bamyanê ye. Nexweşxane, ku hemû lêçûnên wê ji aliyê Weqfa Aga Xan ve çend sal berê li Bamyan xebitî bû, bi hatina Talîbanê re bêerk ma.

‘Bijîşkên pispor neçar man îstifa bikin’

Yek ji nexweşan Marziya Nazarî diyar kir ku beriya hatina Talîbanê nexweşxaneya Bamyanê xizmeteke baş dikir û wiha got: “Beriya ku Talîban werin Bamyan, ev nexweşxane yek ji wan nexweşxaneyan bû ku bi alavên baş û xizmetguzarî baştir bû. Lê niha wek midûr û şefê nexweşxaneyê, rewş bi temamî hatiye guhertin. Du dixtorên pispor, yek di beşm welidandin û jinekolojiyê de û ya din jî di beşa zarokan de, ji aliyê Talîbanê ve neçar man ku îstifa bikin. Bijîşkên niha jî ji aliyê Talîbanê ve hatine tayînkirin.”

Marziya Nazarî, bal kişand ku doktorên li nexweşxaneyê mane nikarin xwe bigihînin nexweşan û wiha got: “Em bi saetan li bendê man ku 1-2 bijîşkên ku li nexweşxaneyê mane alîkariyê bidin me. Her du dixtor jî xwendekar in ku qet ji tibê fam nakin. Em di rewşeke mexdûr de ne.”