Talîbanê pereyên ‘alîkariyê’ neda mexdûrên erdhejê

Karesata piştî erdheja li parêzgeha Herat a Efganistanê didome. Mexdûrên erdhejê li derve û di konan de di bin şert û mercên dijwar de hewl didin bijîn, Talîbanê pereyê ku ji bo mexdûrên erdhejê hatiye komkirin ji bo mexdûran xerc nekir.

BAHARAN LEHÎB

Herat- Li gorî daxuyaniyên fermî yên der barê erdheja bi pileya 6.3 a ku di 7’ê Cotmehê de li parêzgeha Herat a Efganistanê pêk hat; hezar û 230 xanî bi temamî wêran bûne, 2400 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 2000 kes jî birîndar bûne. Erdheja ku karesateke xwezayî ye lê bi alîkariya hikûmetên dewletan li hin welatan dikare bibe karesateke mirovî. Efganistan yek ji wan welatan e ku erdhej lê veguherî karesateke mirovî.

Di erdheja parêzgeha Heratê de 3 bajêr hema hema wêran bûn. Ji ber ku piraniya mêran ji bo kar li Îranê bûn, piraniya miriyên li parêzgeha Heratê jin û zarok bûn. Weke her karesatê, di vê erdhejê de jî tenê welatiyên li derdorê hatin alîkariya gel.

‘Em di konan de dijîn’

Li parêzgeha ku erdhej li wan berdewam dikin welatiyên ku newêrin li malên xwe bimînin li derve dimînin. Kesên ku ji erdhejê rizgar bûne li derve difikirin ka wê demsala zivistanê çawa derbas bikin. Yek ji mexdûrên erdhejê Şemsiye Qolam jî got: “Erdheja pêşî di saet 11.20’an de pêk hat. Piştî wê hemû mala min wêran bû. Malbat û hemû tiştên min li pey min man. Niha em di sê konan de dijîn.” Şemsiye Qolam a ku di erdhejê de 4 kes ji malbata xwe winda kir, dema şert û mercên zehmet ên li kon vegot, hestiyar bû. Li herêma erdhejê jî gelek zarokên tenê hene ku malbatên xwe ji dest dane. Xem û êş li her derê herêma erdhejê bal dikişîne.

Talîbanê pereyê alîkariyê ji bo mexdûrên erdhejê xerc nekir

Di dema ku rewşa herêma erdhejê bi vî rengî bû, Talîbanê pereyên mezin ên ku bi navê “alîkariya ji bo mexdûran” ji bo mexdûrên erdheja ku di 7’ê Cotmehê de pêk hat, xerc nekir. Erdheja par li Paktîka û Xostê û karesata lehiyê ku parêzgehên curbicur ji wan Logarê jî bandor kiriye û karesata lehiyê ya îsal li Jerlîz Meydan Verdek û erdheja Heratê de jî birînên mexdûrên erdhej û lehiyê nehatin pêçandin.

Alîkarî ji aliyê Talîbanê ve hat dizîn

Di vê pêvajoyê de hat dîtin ku çawa alîkariyên mirovî yên weke pere, xwarin, cil, pêdiviyên mal, derman û konan ji welatên cuda, rêxistinên neteweyeyî û navneteweyî, ji aliyê rayedarên payebilind ên Talîbanê bigre heta hêzên leşkerî yên Talîbanê hatine dizîn. Xelkê belengaz ê ku ji ber windakirina hezkiriyên xwe û wêranbûna malên xwe xemgîn e, ji vê alîkariyê bê agahî ne.