Talîbanê ketina welat li rojnamegerên jin ên ‘biyanî’ qedexe kir

Seroka Beşa Mafên Jinan a Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan Heather Barr ragihand ku gelek jinên rojnameger ji bo ku xebatên Talîbanê kirine nûçe ketina wan a welat hatiye qedexekirin.

Navenda Nûçeyan - Seroka buroya Washington Post a Afganistan û Pakistanê Susannah George der barê Heather Barr a ku roja Yekşemê 23’ê Nîsanê kare vê  li Afganistanê hat qedexekirin seroka mafên mirovan a şopandina rêxistina jinan li ser medyaya dîjîtal peyamek parve kir.

Heather Barr di peyama xwe de got: “Qedexeya ku li ser rojnamegerên jin ên biyanî hatiye diyar dike ku di serî de rojnamegerên jin ên Afganistanê bi nêzîkatiyên xerab re rûbûrû dimînin.” Di berdevamiya peyama xwe de bal kişand ser êrîşên Talîbanê yên li ser azadiya medyayê û jinên rojnameger ên ku li Afganistanê nûçeyên jinan dişopînin û got; "Gihîştina agahiyên der barê encamên binpêkirinên giran ên mafên jinan ji aliyê Talîbanê ve tên astengkirin." 

‘Bertekên li dijî Talîbanê bikin rojeva xwe'

Heather Barr di destpêka peyamê de bang li Neteweyên Yekbûyî kir bal kişand ser nameya aktîvîstên mafên jinan ên Afganistanê û daxwaz kir ku li welat mafên jinan weke xelekeke sereke bê dîtin û di vî warî de nirxandinek bê kirin. Heather Barr her wiha bal kişand ser lezgîniya şîretên çalakvanên jin ên Afganî û diyar kir ku divê bertekên li hemberî Talîbanê ku der barê cudakariya zayendî de bi pêş dikevin di roja navneteweyî de cih bigrin.