Talîbanê jina lîstikvana voleybolê kuşt
Derket holê ku Talîban meha borî lîstikvanek ji tîma voleybolê ya jinan a Afganistanê kuştiye. Lîstikvanên din ên tîmê ji ber ku nikarin ji welat derkevin xwe vedişêrin.
Navenda Nûçeyan- Derket holê ku Talîbana Afganistan dagir kir, meha borî lîstikvanek jî tîma voleybolê ya jinan kuştiye.
Zehra Fayazî ku di tîma voleybolê ya neteweyî de ye cih digre, ji destên Talîbanê reviya û li Îngîltereyê ye bi cih bû. Zehra Feyazî ku piştî lîstina heft salan karê rahêneriya tîmê girt ser milên xwe, di hevpeyvîna xwe ya bi BBC’yê re ragihand ku lîstikvanek hatiye kuştin. Zehra Fayazî diyar kir ku hê hûrgulî nayê zanîn û wiha gotİ "Em naxwazin ev bûyer ji bo lîstikvanên me yên din jî dubare bibe."
Zehra Feyazî her wiha diyar kir ku 30 lîstikvanên jin ên voleybolê dixwestin ji Afganistanê derkevin û hinek ji wan ji bo cihê wan neyê dîtin bi domdarî di navbera parêzgehan de cihê xwe diguherînin.