Talîbanê di êrîşê li dijî jinên çalakger de şîdet li rojnamegeran kir

Talîbanê, li Afganistanê êrîşê jinên ku ji bo mafên perwerde û xebatê derketibûn kolanan kir û li dijî rojnamegerên ku çalakiyê dişopandin şîdet pêk anî.

Kabîl- Li paytexta Afganistan Kabîlê, komeke jinên ku li dijî kiryarên Talîbanê derketibûn kolanan û çalakiya protestoyî li dar dixistin rastî êrîşê hatin her wiha rojnamgerên ku çalakiyê dişopandin jî bûn hedefa şîdeta Talîbanê. Jinan li navenda bajêr li bo parastina mafên perwerde û xebatê çalakî li dar xistin û bi pankarta bi nivîsa “Mafê me yê xebatê tune ye” vekirin û dirûşmên “Em bêkarî, xizanî û birçîbûyînê napejirînin” avêtin. Talîbanê jinan hişyar kir ku belav bibin, ji ber ku belav nebin êrîşê çalakgeran kir û rojnameger jî bûn hedefa êrîşan. Rojnameger bi lêdana bi qevdên çekan, pehîn û kulman rastî şîdetê hatin û bi mirinê hatin tehdîtkirin.