Talîbanê bi ser mala çalakvan Fehîma Rahmatî de girt û endamên malbata wê girtin
Çalakvana Afganî Fehîma Rahmatî ragihand ku çekdarên Talîbanê du caran bi ser mala wê de girtin û hejmarek ji endamên malbatê girtine bi armanca belavkirina tirs û xofê di nav welatiyan de
Çalakvana Afganî Fehîma Rahmatî ragihand ku çekdarên Talîbanê du caran bi ser mala wê de girtin û hejmarek ji endamên malbatê girtine bi armanca belavkirina tirs û xofê di nav welatiyan de.
Navenda Nûçeya – Di 11'ê Îlonê de di vîdyoyek ku hêrsek berfireh li ser medyaya civakî dabû çêkirin seroka saziya xêrxwaziya "Hîla" Fehîma Rahmetî ragihand ku hejmareke ji endamên tevgera Talîban du caran mala wê ya li bajarê Kandahar ê Afganistanê operasyon kirine.
Der barê operesyonên hêzên Talîbanê li ser mala wê de çalakvan Fehîma Rahmetî destnîşan kir û got: "Cara yekem hêzên Talîbanê ketin hundurê malê û hemû jin û zarok derxistin derveyî malê û piştre wan dest bi lêdanê kirin, bi lêdanê îşkence kirin. Operasyona duyemîn çekdaran du birayên min, hevjînê xwişka min û hejmarek ji xizmên min girtin û telefonên wan ên destan ji wan girtin." Wê bal kişand ku bêye ku ew tu sûcî bikin rastî operasyonê hatiye û endamên malbatê girtine.
Bê sûc û sedem endamên malbata wê girtin
Her wiha Fehîma Rahmetî teqez kir ku endamên tevgera Talîbanê birayê wê yê piçûk bi çekan kuştine û der heqê endamên malbata wê yên mayî yên hê jî li navendên girêdayî tevgera Talîban girtî ne, agahiyan wan tune ye. Fehîma li gotinên xwe zêde kir û got: "Ger dozek endamên malbata min hebe pêwîst bû li dijî wan bihata vekirin.”
Çalakvan Fehîma Rahmetî bal kişand ku kesên bi ser mala wê de girtine ji endamên tevgeraTalîbanê ne û wiha domand: "Tu komên çekdar nikarin bi wesayîdên bi vî rengî li bajêr bigerin û Talîban bajêr bi tevahî kontrol dike. Ev kom girêdayî tevgera Talabanî ye. Talîban niha hukumet e û bi her awayî hewl dide tirsê di nav welatiyan de çêbike.”
Çalakvan Fehîma Rahmetî gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Talîbanê efûyek giştî jî ji bo karkerên di hukumeta berê de ragihand, ez û birayên min tu karê me bi hikûmetê re tunebû."
Di heman demê de mekteba ragihandinê ya di hikûmeta Kandaharê de jî piştrast kir ku kesên çekdar ketine mala çalakvan û êrîşî endamên malbatê kirine û hikûmeta herêmî dê lêkolîna vê yekê bike.
Tê zanîn ku saziya xêrxwaziya “Hîla” alîkariya mirovî ji kesên dewlemend kom dike û li kesên xizan ên li bajarê Kandaharê belav dike. Saziya "Hîla" di heman demê de lêçûnên dermankirina nexweşên li kampên ku li herêmên cihêreng li başûrê Afganistanê ava kiriye jî digre ser xwe.