Talîbanan êrîşî çalakiya jinan a li Kabîlê kirin
Talîbanan êrîşî jinên li Kabîlê ji bo bidestxistina mafê xwe yê di hikumeta nû de cîh bigirin di çalakiyê de bûn kirin û di êrîşê de gaza îsotê bi kar anîn.
Navenda Nûçeyan – Talîbanan êrîşî çalakîya jinên Afganistanê ya li Kabîlê ji bo bidestxistina mafê xwe di nava hikumeta nû de kirin. Talîbanan bi gaza îsotê êrîşî jinên ku xwestin ber bi Qesra Komarvê ve bimeşin kirin. Li gel êrîşê jî îsrara jinan a berdewamkirina çalakiyê dewam dike.