Talîban: Rola jinan tenê zayîn e û di hukûmetê de hewcedariya wan tune ye
Berdevkê tevgera Talîbanê da diyarkirin ku jinên di bin serweriya tevgera Afganistanê de ne, di avakirina hukûmetê de ne hewce ye ku bên hilbijartin û teqez kir ku rola jinan tenê bi zayînê hatiye sînordarkirin.
Navenda Nûçeyan – Di 2'ê Îlonê de bi dehan jin li herêma Kabîlê û wilayeta Hîrat li Rojavayê Afganistanê daketin qadan û xwepêşandan li dar xistin û ji tevgera Talîban daxwaza mafê karkirin û perwerdeya jinan kirin ji ber ku piştî tevgera Talîban gelek herêmên Afxanistanê xistine bin kontrola xwe jin ji karkirin û perwerdeyê bêpar man û quralên hişk ji bo jiyan, cil û xwendina jinan derxistin.
Her wiha berdevkê tevgera Talîbanê yê bi navê Seyîd Zikrellah El-Haşimî di hevpeyvînek xwe ya ji televzonê re gotibû: “Di avakirina hikûmetê de ne hewce ye ku jin bên hilbijartin, rola jinan tenê di welidînê de sînordar e. Ne hewce ye ku jin di meclisa wezaretê de hebin, ji ber ew nikarin vî karî pêk bînin." Di hevpeyvînê de jê re hat gotin ku jin nîvê civakê ne û rola wan jî heye û wî wiha bersiv da: “Me negot ew nîvê civakê ye lê her kes jinan wekî nîvê civakê dibîne. Lê nîvekî çawa? Ma pozîsyona wê di meclisa wezaretê de dihêle ku rola wê ya nîvê civakê bê çêkirin?"
Der barê xwepêşandanên ku tê de bi dehan jinên Afganistanê hene de wiha got: “Çar jinên ku li kolanan protesto dikin hemû jinên Afganistanê temsîl nakin.”
Li gorî Talîbanê jin nikarin di rêveberiya welat de peywiran bi cih bînin
Di bersiva pirsa pêşkêşvan a der barê rola jinan wek wezîr di hukûmetek bi giştî heye de, Seyîd Zikirellah got: “Çima divê ew bibe? Pêşî bi xwe vê pirsê bibersivîne piştre ez ê ji te re bêjim çima na, karê ku jin dike ew nikare vî karî bike, hûn karekî pir giran dikin rola jinan ku ew nikarin vî karî pêk bînin.”
Rêvebera pêkanîna heyeta Neteweyên Yekbûyê ya jinan, Pramila Patten di daxuyaniyekê de got: “Beşdariya siyasî ya jinan ji bo wekheviya zayendî û demokrasiya rastîn şertek pêşîn e.”
Hêjayê gotinê ye ku tevgera Talîban beriya niha soza rêzgirtina mafên jinan û avakirina hikûmetek hevbeş dabû. Lê di lîsteya avakirina hikumetê de heya niha navê jinek jî tune ye her wiha di 15'ê Tebaxê de piştî ku herêm bi giştî kontrol kir, zagona ku berê di hukûmeta Afganistanê de hebû ya wezareta karên jinan jî rakir.