‘Talîban nahêle bijîjk peywira xwe bi cih bînin’

Li Afganistanê biryara Talîbanê ya ku rê dide doktorên jin nexweşên jin û bijîjkên mêr jî nexweşên mêr derman bikin, nexweşan mexdûr dike û nahêle ku bijîşk xizmeta gel bikin.

BAHARÎN LEHIB

Herat - Li Afganistanê piştî ku Talîbanê rêveberiya welat desteser kir, weke hemû warên jiyanê pirsgirêkên di warê tenduristiyê de jî her ku diçe girantir dibin. Biryara Talîbanê ya ku nexweşên jin ji aliyê doktorên jin ve û nexweşên mêr jî ji aliyê doktorên mêr ve bên dermankirin, hem nexweşan mexdûr dike, hem jî nahêle ku doktor erka xwe pêk bînin.

Yek ji nexweşxaneyên ku pirsgirêk lê zêde ne nexweşxaneya giştî ya navenda bajarê Heratê ye ku ji 19 herêm û navendan pêk tê. Li bajarê ku nexweşxaneyek dewletê û 2 nexweşxaneyên taybet lê hene, ji ber kêmbûna hejmara doktoran û cudakariya zayendî, nexweş neçar dimînin ji bo muayeneyê bi saetan di rêzê de bisekinin.

Cemîle Vahbab a ku li herêma Încîl dijî yek ji wan welatiyên ku bi saetan li benda muayeneya doktor e. Cemîle Vahhab, diyar kir ku serê sibê saet di 08:00 de hatiye Nexweşxaneya Heratê ya ku bi qasî saetekê dûrî wê ye lê tevî ku nîvro bûye jî dema muayeneya doktor nehatiye.

'Ez tenê kardiyolog im û destûr nayê dayîn ez nexweşên mêr derman bikim'

Bijîşk Ş.S.yê ku yekane pisporê dil ê nexweşxaneyê ye jî got: "Ez dizanim ku Talîbanî cahil in. Bi her mijarê tinazê xwe dikin û di warê tenduristiyê de nêrînên xwe yên nezan û paşverû ferz dikin." Bijîşk Ş.S. yê ku ji ber ewlehiyê em navê wî yê parve nakin ev tişt gotin:

"Li vê nexweşxaneyê tekane doktorê dil ez im. Lê Talîban nahêle ez nexweşên mêr derman bikim. Ji ber vê yekê hemû nexweşên mêr mehkûmî mirinê ne. Ez vê cudakariya zayendî qebûl nakim. Ji bo min tu cudahî di navbera jin û mêr de tune ye. Erka min xilaskirina canê mirovan e. Em bijîjk li cihê karê xwe neçar dimînin bi Talîbanê re mijûl bibin. Em çiqas rave bikin jî ew fêm nakin. Ji ber vê yekê hemû doktorên nexweşxaneyê biryar dan ku serî li ber daxwazên Talîbanê netewînin. Her çiqas zorê bidin me jî em ê biryara cudakariya zayendî bi cih neynin."

Ş.S, diyar kir ku 'cerdevanên exlaqî' yên Talîbanê her roj tên nexweşxaneyê û heqaretê li bijîşkan dikin û wiha got: "Em guh nadin Talîbaniyan. Wezîfeya me xizmeta gel e."