Taliban li ser îşkenceyan digre

Z.B ya ku bûyî şahidê endamên Taliban bi qamîşa îşkence li jin û mêran dike û diyar kir ku ev îşkence nakeve ragihandinê û li ser digrin.

BIHARÎN LEHÎB

Kabul- Hêzên Talîban di Tebaxa 2021’an de dest dnaî li ser rêveberiya Afganistanê û piştî wê qedexeyên li beramberî jinan zêde bûn. Di qada jiyanê, perwede, akademî, ragihandin û gelek qadên din ji bo jinan hatine qedexekirin, salonên sporê û heta çûyîna jinan ya parqê jî ketiye di lîsteya qedexeyan de. Her roja ku diçe Talîban zextên xwe zêdetir dike û bi vê rêyê hewildidin desthilata xwe garantî bikin. 

Neçar hêlan ku li îşkenceyê temaşe bike

Li Kabulê yek ji jinên ku bûyî şahidê jin û mêrên ku rastî îşkenceya qamişê hatin ji ajansa mere axivî. Jina bi navê Z.B ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe aşkira bike da zanîn ku ev bûyerên îşkenceyê nakevin ragihandinan û Taliban serde digre.

Z.B destnîşan kir ku bi kin û tirs li bûyerê îşkenceyê temaşe kir wiha got: “Di sermaya girande 6 jin û 4 mêr di nava endamên Taliban yên bi çek de bûn bi hêceta ‘Jı mal wê bi revin’, ‘Krê ji derveyî zagonan kirin’, ‘Dizî’ û ‘Li dijî zagona derketin’ bi îşkenceyê hatine qamîşkirin. Dema ku Talîban xwest me bigrin keça min û ew zarokên din yên gel min bi dengê bilind dest bi girî kirin, didan ber qêran di gotin li met û maman nedin. Malbata min gelek caran li min geriyan, lê belê min bersîv neda, ji ber Talîban hemû kes bi çekan gef lê dixwarin. Piştî nivro heta saet 2’an em hemû li dadgehê bûn, piştî merasîma Talîban ya qamişkirinê em hemû derxistin ji derve.”

Ji berdevgê Taliban Zebîholahê Micahid di 14’ê Mijdara 2022’an de li se rhesabê xwe ya medyaya dijîtal serokê wan Mela Hebîbollah Axendzadê: “Ji niha û şûnde di dawet, şer û hemû şert û mercên tolhilandinê yên girtyan wê li gora şarîatê were pêkanîn.” Piştî vê parvekirinê li baajrên Loger, Perwan, Bedixşan, Texar, Bamiyan, Lexman, Xûr, Cozecan û Kabul bi dehan jin û mêr hatin qamîşkirin.