Talîban keçên ji heft salî biçûktir jî mecbûr dike ku xwe bigrin
Çalakvanan li ser malpera Medyaya civakî "Twitter" vîdyoyek belav kirine ku Talîban keçên Afxanî yên ku temenê wan di bin heft salî de jî mecbûr dikin ku xwe bigrin di dema çûndina dibistanê de.
Navenda Nûçeyan- di 22'ê Tebaxê de, çalakvanan li ser malpera medyaya civakî "Twitter" vîdyoyek belav kirin ku tê de vegera xwendekarên dibistana seretayî li parêzgeha Kundûz a Afxanî belge kir ev jî bi şertê ku xwendekar bi hicab bin.
Ev vîdyoya ku hatibû belavkirin li ser medyaya civakî bû sedema nîqaşê û ji aliyê rêxistinên mafên mirovan û aktîvîstên di warê parastina mafên jinan de pêkanînên ku Talîban li hemberî xwendekarên jin dimeşîne hat rexnekirin.
Hat zanîn ku Talîbanê di daxuyaniyên çapemenî yên berê de di yekemîn konferansa xwe ya ji paytext Kabîlê de piştrast kir ku ew ê hicabê li ser hemû jinên li welat ferz bike.
Her wiha di 15'ê Tebaxê de, ji dema ku Talîbanê herêm xist bin kontrola xwe ve, fikar li ser binpêkirina mafên jinên Afganî ji hêla Talîbanê ve zêde dibin.