Talîban jinên alîgirê xwe peyîwirdar kirine
Talîban komek jinên alîgirê xwe peyîwirdar kiriye ku fikira wan di nava jinan de bidin belavkirin. Koma jinên alîgirên Talîbanan ji zanîngehê despêkirine û di çarçova xebatên xwe de ji komek jinên Zanîngeha Kabîlê re civîn çêkirin.
Kabîl – Talîban ji bo bêdeng kirina jinên serhildêr ketiye nava hewildanên cuda û komek jinên alîgirê xwe li Kabîl û bajarên dinê peyîwirdarkirine ku bi jinan re hevdîtinê bikin ku fikira Talîbanan bipejirîne. Ew jin bi hicabên reş û girtî ku heta dest û ruyên wan nediyare û alên spî yên Taliban girtine destê xwe û ji bo piştgirya Taliban diruşiman davêjin. Bi vê yekê hewil didin jinên xwediyê fikirên cuda bandor bûkin û nêrîna Talîban bi wan bidin pejirandin.
“Ne pêwîste jin di saziyên dewletê de cîh bigire”
Jinên girêdayi Talibanan komek ji jinên Zanîngeha Kabîlê kom kirin û ji wan re civîn çêkirin. Di civînê de ji jinan xwestin îmarata îslamî biparêzin û gotin: “Ne pêwiste jin di kabine û saziyên dewletê de cih bigrin, birayên me yê taliban mafê ku ji bo me diyar kirine wê bidin me.”