Talîban ji bo perwerdehiya jinan li Afganistanê şert danî
Wezîrê Xwendina bilind ragihand li Talîbanê di konfransek rojnamevanî de biryarên di derbarê siyaseteke nû ji bo xwendina bilind li Afganistanê ku tê de şert û merc hene di nav de pêşîlêgirtina dabeşkirina di navbera herdû zayendan de.
Navenda Nûçeya - Piştî tiştê ku musteşarê Neteweyên Yekbûyî ê Karûbarên Mirovî Martin Griffiths di civîna xwe ya bi serokên tevgeraTalîban re di serdana xwe ya dawîn a paytexta Afganistanê, Kabul de. Ku wezîrê xwendina bilind di hikûmeta nû ya ku ji hêla tevgerê ve hatî damezirandin Abdul Baqî Heqanî di 12'ê Îlonê di konfransek rojnamevanî de şert û mercên destûrdayîna jinan da ku di zanîngehên Afganî de bên perwerde kirin.
Her wiha da zanîn ku jinên ku dixwazin xwendina xwe ya zanîngehê bidomînin di nav de xwendina bilind pêwiste ji bo cilan baldarbin û cilên ku jêre tê gotin cilê îslamî li xwe bikin û di dersên xwendekarên jin de ji dersên mêr dûr bin.
Diyar kir ku tevlihevkirina zayendan di saziyên perwerdehiyê de li dijî prensîbên Islamê ye di heman demê de li dijî nirxên dewletê ye û li dijî adet û toreyên Afganiyanê ye.
Her wiha tê zanîn ku di serdema Talîbanê de li Afganistanê di navbera saşa 1996'an û 2001'an de tevgerê pergalek hişk bicîh anî ku tê de çûyina jin û keçan li dibistanê û zanîngehan qedexe kir û di jiyana giştî de amade bin û hînkirina muzîk û hunerê li dibistanan jî qedexe kirin.
vê daxuyaniyê nîgeraniya rêxistina perwerde zanist û çandê ya Neteweyên Yekbûyî “UNESCO” zêde kir ku dihesiband ku pêşkeftina mezin a ku ji 2001'an vir ve di warê perwerdehiyê de li Afganistanê hatî bidestxistin piştî vegera Talîbanê li ser hukm ev yek li ser nifşekî bi tevahî xeteriyekê dide avakirin ew ê bandorek neyînî li geşedana domdar a welat ji bo salên pêş de bike.
Li gorî nivîsgeha mafên mirovan a Neteweyên Yekbûyî beşdarên xwepêşandanên aştiyane yên ku li seranserê Afganistanê qewimîn û banga mafên jin û keçan li kar perwerdehî û azadiya tevgerê kirin ji hêla endamên Talîban ve rastî lêdan û îşkenceyê hatine.