Talîban bi serdegirtin û dorpêçkirina malan hewl dide tirs û xofê çêbike
Di van rojan de Talîbanê lîsteya leşkerên hikûmeta berê yên ku divê bên binçavkirin, eşkere kiriye. Di vê lîsteyê de, di gel navên kardêrên hikûmetî yên, navên berpirsên girtîgehên hikûmeta berê jî xuya ne ku tê texmînkirin piraniya wan welat terikandine.
BAHARAN LAHIB
Kabûl – Bi weşandina lîsteya navên leşkerî yên berê, rojnameya El Pais a Îspanî di rapora xwe de behsa çîroka xwendekarên beşa tibê kiriye ku Talîban bi çavdêriya malên wan hewl dide wan biçewisîne. Ev çavdêriyênTalîbanê li Kabûl û parêzgehên din didomin.
R.K ,Yek ji niştecihên devera Makrorian a bajarê Kabûlê ye dibêje: “Sibeha roja Çarşemê, em hê di xewê de bûn, li deriyê mala me xistin, birayê min derî vekir û çar leşkerên Talîbanê bi serçavên pêçayî û bi çek û alavên pêşketî ketin mala me. Me sedema vê serdegirtinê nizanibû. Di destpêkê de, em fikirîn ku der barê me de tiştek gihîştibe Talîbanê. Em bi tevahî ketin panîkê, paşê me fêm kir ku ne tenê mala me, hemû bi ser malên hemû cîranan ve digrin.”
Hem malan dorpêç dikin hem jî mirov û wesayîdan dişopînin
B.A jineke din a ji heman taxê ye dibêje: “Dema ku sibehê ji malê derketim, min dît ku avahiyên Makroyan ji aliyê hêzên leşkerî yên Talîbanê ve hatine dorpêçkirin. Destpêkê, ji min re normal xuya kir, paşê dema ku ez nêzî riya giştî bûm, min fêm kir ku hem malan hem jî wesayîdên ku ji avahiyan derdikevin dişopînin."
Di roja ku mal wisa hatibûn dorpêçkirin de, piraniya xelkê di rewşeke xerab de bûn. Ji ber ku ew ji hebûna keçên xwe yên ciwan ditirsiyan. Ew kes an jî leşkerên berê ne, yan dijberên siyasî yên Talîbanê, yan jî kardêrên hikûmeta berê û endamên saziyên alîkariyê yên berê ne.
Li gorî agahiyan, Talîbanê wê rojê hejmarek leşkerên ku berê nas kirine bi xwe re birine û çarenûsa wan nediyar e.