Talîban bazar û wezayîtên giştî li jinan qedexe kir
Rapora dawî ya NY, raxist berçavan ku Talîban bazar û wesayîtên giştî li jinên ku çarşev li xwe nekirine, qedexe kiriye.

Navenda Nûçeyan – Mîsyona Alîkariya Efganistanê ya Natewên Yekbûyî (UNAMA), rapora têkildarî binpêkirinên Talîban li dijî jinan eşkere kir. Di raporê de hate diyarkirin ku Talîban çavdêriya têkildarî cilên jinan tund kiriye û çûyîna jinan bê çarşev a bazarê û bikar anîna wesayîtên giştî qedexe kiriye.
Di raporê de hate destnîşankirin ku Talîban Herat jî di nav de zorî li jinan kiriye ku çarşev li xwe bikin. Di raporê de cih hat dayîn ku rayedarên Talîban li Herat, di navbera 8-30’ê gulanê de, bi hinceta ku çarşev li xwe nekirine, qedexekiriye ku jin bê çarşev biçin bazarê û wesayîtên giştî bikar bînin. Di raporê de bal hat kişandin ku hejmarek zêde jin, heta ku mirovên wan jêre çarşev neanîn, dibin çavdêriya Talîban de mane.
Qedexeyên nû xistin meriyetê
Li aliyê din UNAMA, parve kir ku erkdarên Wezareta Fermana Başiyê û Paqijiya ji Xirabiyê, îsal di meha Hezîranê de, li bajarê Tarinkat ê paytexta eyaleta Uruzgan, jinên ku li cihê çarşev, hîcaba normal xistine serê xwe girtine û wiha hate gotin: “Rayedarên Talîban di aliyê ku xizmetê nedin jinên ku mêr li gel wane, ferman da firoşgeh, market, daîreyên dewletê û şofêrin texsiyan. Çûyîna jinan a parkan û qadên îsterehetê qedexe kir û ev zagon kete meriyetê.”
Ketina jinan a qada seyrangehan qedexeye
Di raporê de hate destnîşankirin ku li herêma ‘Pul Peştan’ a girêdayî navçeya Incil a Herat, Talîban di nav de jin û zarokên keç, çûyîna komên malbatan ya qadên seyrangehan qedexe kir. Tenê destûr hat dayîn ku komên mêr bikevin van qadan, ketina jinan a parkan, qadên îsterehetê û hemam hate qedexekirin û wiha hate gotin: “Zorî kir ku jin hemû bedenê xwe bigrin û dengê wan wek ‘avret’ hesibandine.”