Taksîm di bin dorpêçê de ye: Bi dehan kes hatin binçavkirin

Polîsên ku êrîşê komên bi guhnedana qedexeyê xwestin derkevin Qada Taksîmê kirin, bi dehan kes binçavkirin. Polîsên ku rojnameger jî kirin hedef girtin, Zeynep Kuray bi derp kirine binçavkirin.

Stenbol- Bi boneya 1’ê Gulanê Roja Yekîtî, Têkoşîn û Piştevaniyê, hemû kolanên ku diçin Qada Taksîmê û Kolana Îstîklalê bi bariyerên hesin hatin girtin. Tevgera helîkopteran a ku li Qada Taksîmê dest pê kir jî didome.

Li hemû kolanên ber bi Taksîmê ve diçin polîs hatine bicihkirin û bi bariyeran hatin û çûn hatiye qedexekirin. Rêyên ku ji serê sibehê saet 06.00’an ve li trafîkê hatine girtin wiha ne: “Cadeya Siraselvîler, Cadeya Tak-i Zafer, Kolana Sadrî Alişik - Cadeya Atif Yilmaz, Kolana Baloyê - Cadeya Turnacibaşi, Kolana Zambakê, Kolana Meşelîk, Cadeya Çarşiya Nû, Viraziyê Kumbaraci, Cadeya Asmali Mescît, Cadeya Meşrutiyetê, Cadeya Hamalbaşiyê, Cadeya Kamer Hatun, Cadeya Îlk Belediye, Kolana Ensîzê, Cadeya Înonu û Cadeya Mete.”

Li gel rêyên ku dê di tevahiya rojê de ji trafîkê re girtî bin, her wiha ji bo ajokaran rêyên alternatîf jî hatin diyarkirin. Ev rê jî wiha ne; Cadeya Refîk Saydam, Bûlwara Tarlabaşiyê, Cadeya Meclîs-î Mebusan, Cadeya Tersaneyê, Viraziyê Mebusanê, Cadeya Bogazkesen, Viraziyê Defterdar û Cadeya Kemeraltiyê.

Li dijî komên dixwazin bimeşin Taksîmê êrîş pêk hat: Bi dehan kes hatin binçavkirin

Endamên Platforma Yekitiya Têkoşînê û yên Înşaet û Enerjî Senê yên girêdayî DÎSK’ê ji Elmadagê ber bi Taksîmê ve meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Dê febrîqe, zevî, îktîdara siyasî û her tişt bibe ya kedê”, “Qada 1’ê Gulanê Qada Taksîmê” û “Bijî Yek Gulan” berz kirin. Di vê navberê de polîsan êrişî çalakvanan kir, 2 kes derb kirin û binçav kirin. Endamên Înşaet û Enerjî Senê jî xwestin ji heman cihî ber bi Qada Taksîmê ve bimeşin. Di êrişa polîsan de herî kêm 4 kes hatin binçavkirin.

Endamên Umut-Senê jî ji bo li Qada Taksîmê bimeşîn, li Beşîktaşê hev civiyan. Komê pankarta “Bi ser pergala zem, zilm û komkujiyê de bimeşe” vekir û di dema meşê de dirûşmên “Bijî têkoşîna me ya Taksîmê”, “Bijî Yekê Gulanê” û “Taksîm nayê qedexekirin” berz kir. Demek piştre kom bi berîqetên polîsan rast hatin. Endamên Umut-Senê bi dirûşman polîs protesto kirin. Polîsan jî êrişî komê kir û herî kêm 12 kes binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin bi dirûşman li ber xwe dan. Polîsan jî hewl dan devê wan bigirin û tundî li çalakvanan kirin.

Komîteyên Ciwanan jî li milê Parka Maçkayê ber bi Parka Helbestvanan ve bi pankarta “Dema em dijî 1, dema dimirin Hejmarek zêdetirin” meşiyan. Komê, di dema meşê de dirûşmên “Serhildan, şoreş, azadî” û “Bijî Yekê Gulanê” berz kirin. Polîsan, di ketina Parka Helbestvanan de pêşî li ber komê girtin û êriş kirin. Di êrişê de herî kêm 20 kes hatin binçavkirin.

Rojnameger hatin derbkirin

Di heman demê de polîsan êrişî rojnameger Zeynep Kuray kirin ku nûçe dişopand. Polîsan bi pora Kuray girtin û li erdê kaş kirin. Li gel ku Kuray got ku rojnameger e, hate binçavkirin. Di vê navberê de Zeynep Kuray tevî ku gotibû rojnameger e jî hat binçavkirin. Her wiha rojnamegerên ku nûçe dişopandin jî hatin astengkirin.

Basîn-Îş’ê: Me 1’ê Gulanê bi astengiyan dest pê kir

DÎSK Basîn-Îş’ê di daxuyaniya xwe de wiha got, “Me bi astengiyan dest bi 1’ê Gulanê kir.” Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Endama me Zeynep Kuray a ku li Beşîktaşê nûçe dişopîne hate binçavkirin. Endama me Eylem Sultan Keleş û Gencer Keten hatin derbkirin. Têkoşîna me ya li dijî mudaxaleya bipergalî ya polîsan a li hemberî çapemeniyê dê bidome. Bila kesên hatine binçavkirinan bên berdan, dawî li astengiyan bê anîn!"