TAJE: Em ê tola fermanê hilînin

Tevgera Azadiya jinên Êzidî (TAJÊ), li ser rêya navbera Gundê Digur û Dohlayê Dayika Erzan a di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de DAIŞ'ê ew qetil kiribû bi bîr anî.

 
Şengal - Li coleke vala maleke biçuk a yek xurfeyî hebû. Beriya fermana 3’ê Tebaxa 2014’an di wê malê de dayika bi navê Dayê Erzan dijiya. Her çiqas navê vê dayikê hebû jî, lê tevahî şêniyên şengalê ew dayik wekî pîra xwe didîtin. Dayê Erzan ya ku piştî kurekî wê winda bû êdî bi tena xwe dijîya. Mala wê li ser rêya navbera gundê Digur û Dohlayê bû. Çeteyên hov ên xwînmijên mirovahiyê DAIŞ, bi hezaran Êzidî kuştin. Bi heman şêweyê rehim li vê dayika temen mezin a tenê dijiya jî nekirin û bi hovîtî kuştin. 
Tevgera Azadiya jinên Êzidî  (TAJÊ) ji bo bîranîna Dayê Erzan çûn mala Erzan û li wir posterê Dayê Erzan daliqandin. Li ser navê TAJÊ Meyan Xwidê da axivî û wiha got: “Em weke Jinên Êzid heya em tola dayê Erzan û tevahî şehîdên fermanê rakin, em ê têbikoşin. Wan çeteyên hov dayika me bi hovitî Şehît xistin. Em tu carî kirinên wan hovan ji bîr nekin. Em ê her têbikoşin. Salvegera fermanê jî nêzîk bûye. Em gelê Êzidî dê heya dawiyê ji bo hemû jinên di fermanê de bûne qurbanî têbikoşin. 
Çeteyên hov pîra bê guhen şewitandin
Dayika bi navê Şêrîn Şemo jî qala Dayê Erzan kir û got: “Em îro ji bo Pîrê Erzan hatine. Ew miroveke bê guneh bû. Lê çeteyên hov ew şewitandin. Em weke gelê Êzdî dê heya dawîyê xwedî li şehîdên xwe derkevin û rehma xwedê li tevan be” 
Endama Tevgera Azadiya jinên Êzidî (TAJÊ) Rihan Xidir jî got ew weke jinên Şengalê dê tola dayikên xwe hilînin. Heta miroveke êzidî jî li ser vê axê bimîne dê her bijîn û her têbikoşin."