TAJÊ starta çalakiyên 8’ê Adarê da
TAJÊ starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşma “Em bi Jin Jiyan Azadî nirxên şoraşa jinan biparêzin” da.

Şengal – TAJÊ (Tevgera Azadiya Jinên Êzidî) starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşma “Em bi Jin Jiyan Azadî nirxên şoraşa jinan biparêzin” da.
Daxuyanî li Sûka Kevin a navenda Şengalê ji aliyê Berdevka TAJÊ Riham Hico ve hate dayîn. Gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn.
TAJÊ di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew ê bi ruhê hevpar ê şoreşa jinan xweşik û pir rengî dike, 8’ê Adara îsal pêşwazî bikin û diyar kir ku ew soz didin hemû jinan dê nirxên şoreşa jinan biparêzin heta bidestxistina azadiya xwe pêk bînin, ji dewlet û desthilatdariya zilam hesab bipirsin. Di heman demê de dê îsal 8’ê Adarê bi îdia û biryardariya ku, ew ê teqez azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bînin pêşwazî dikin.
Daxuyaniyê wiha ye;
Bi ronahiya asoyên rojê, bi eşqa biharî ya jinên serhildêr, em 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz dikin. Jiyan bi nirxên jin, bi ked û xweşikbûna wan watedar dibe, heyecan û coşa jiyanê di şexsê jinan de zindî dibe. Em bi vê bîr û baweriyê, bang li hemû jinên cîhanê û gelên ji bo azadiyê têdikoşin dikin ku xwedî li nirxên şoreşa jinan derkevin, biparêzin û li ber xwe bidin.
‘Lêgerîna jinan a ji bo azadiyê geş bûye’
Jin ji dîrokê ve heta niha nûnerên wekhevî, azadî û aştiyê ne. Ji bo hemû rojên salê bikin rojên ku bi nasnameya azad bijîn 8’ê Adarê roja bilindkirina têkoşîn û berxwedanê ye. Di serdema em dijîn de bi qasî lêgerîna jinan a azadiyê geş bûye, ewqas jî di nava pergala mêr dewletê de di hemû qadên jiyanê de tune tên hesibandin. Pergala desthilatdar a mêr bi zihniyeta qirker, çanda tecawizê û şîdetê êrîşî destkeftiyên ku bi ked, berxwedan û tekoşîneke mezin hatine bidestxistin dike. Ya herî girîng jî mafên herî xwezayî yên zindiyan mafê jiyanê, ji destên jinan tê girtin, kuştina jinan weke mafekî ku ji zilam re hatiye dayîn tê destgirtin.
‘Kuştina her jinê sedema şoreşê ye’
Qetlîamên li ser jinan li hemû cîhanê, weke bûyereke xwezayî û rojane tên pêkanîn lê li beramberî wan sûcan bertek û nerazîbûn ji aliyê jinan û civakê ve wekî tê xwestin nayê nîşandan. Rêber Apo dibêje; “Kuştina her jinê sedema şoreşê ye” lê di pergala serdest a mêr de jin ne carekê, rojê hezar car tên kuştin. Li hemberî her cure rêbaza kuştina jinan divê jin serî hildin û ji bo xwe kuştina her jinê bikin pîvana têkbirina mirina ku ji wan re asayî tê dîtin.
Jin li ser bingeha jiyana nû bi felsefeya Jin, jiyan, azadî ji nû ve jiyanê dihûnin. Pêşengên wê jinên têkoşer in. Di oxira vê felsefeyê de jin li hemberî artêşê û hêzên çete berdêlên giran didin. Di fermana 03’yê Tebaxa 2014’an de êrîşên ku li ser me û civaka me hatin pêşxistin, hovîtiyeke wisa bû ku di vê sedsalê de li cihekî din nehatibû dîtin. Di şexsê me de nirxên tevahî jinan û hebûna civakên li derveyî pergala dewletê dijîn hatin hedefgirtin lê ruxmî ku deh sal di ser fermanê re derbas bûne jî heta niha ji berpirsên wan êrîşan hesab nehatiye xwestin. Berovajî îro li her dera cîhanê zihniyeta DAIŞ’ê derdixin pêş û hewl didin cîhanê ji jinan re bikin zindan. Herî dawî li Sûriyeyê, welatê ku ji rengîniya netewe, pêkhate, bawerî û gelan pêk tê radestî HTŞ’ê kirin. Berî her tiştî vê hêzê zagonên xwe ji bo zîndanîkirina jinan ya nav sînorên malê xistin meriyetê. Bi zihniyeteke ku tu qada jiyanê hebûna jinan nas nake, ev jî dide nîşandan ku êrîşên li ser jinan bi awayekî kûr berdewam bikin. Em li hemberî wan êrîşan bang li hemû jinan dikin dibêjin li ku derê cîhanê dibin bila bibin, pêwîst e em nirxên şoreşa jinan biparêzin, bi pêş bixin û rêxistinbûna xwe mezin bikin. Şoreşa Rojava şoreşa jinan e, ji hemû jinên cîhanê re bûye îlham û çavkaniya ji nû ve lêgerîna azadiyê.
‘Bêyî têkoşînê ne îradeya azad û ne jî jiyana azad tê parastin’
Îro şoreşa jinan a Rojava bi xeteran re rûbirû ye. Em bang li raya giştî û bi taybetî jinan dikin ku ji bo bikevin ferqa wan xeteriyan, bi ruhekî têkoşîna hevpar û yekgirtî ji bo wan nirxên azadiyê biparêzin demildest bikevin nava tevgerê û dengê xwe bilind bikin. Bêyî têkoşînê ne îradeya azad û ne jî jiyana azad tê parastin. Berxwedana li Bendava Tişrînê bi ruh û nasnameya şerê gel ê şoreşgerî û bi esaleta jinên serhildêr ên girêdayî axa xwe ne, tê meşandin. Ev e çavkanî û rênîşana nû ya şoreşa azadiyê. Ev e ruhê jinên di roja 8’ê Adarê de li hemberî neheqiyê serî hildan û di oxira parastina mafên xwe de jiyana xwe ji dest dan.
‘Bi îdiya ku emê 8’ê Adara îsal bikin a azadiyê pêşwazî dikin’
Rêber Apo dibêje; “Sedsala 21’ê wê bibe sedsala şoreşa jinan.” Ev tesbîta Rêber Apo di roja îro de pêşketinên ku têkoşîna jinan ava dike, ji bo hemû jinan û gelan dibe çavkaniya îlhamê destnîşan dike wê ev sedsal bibe ya jinan û tevahî mirovahiya pêşverû. Felsefeya Jin, Jiyan, Azadî eşkere dike ku jin bi jiyan û azadiyê re yek in. Li her devera cîhanê li gel jinan, xortên ku di şexsê jinan de azadiya xwe dîtine, li kolan û qadên azadiyê, di cenga şerê rûmetê de bi vê felsefeyê di eniya têkoşînê de cih digrin, û ruhekî hevpar û hevbeş ava dikin. Em bi vî ruhê hevpar ê ku şoreşa jinan xweşik û rengîn dike, 8’ê Adara îsal pêşwazî dikin. Em soz didin hemû jinan ku em ê nirxên şoreşa jinan biparêzin. Em ê heta bidestxistina azadiyê, ji dewlet û desthilatdariya zilam hesab bipirsin. Em îsal 8’ê Adarê bi îdia û biryardariya ku em ê teqez azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin pêşwazî dikin.
Em bi jin Jin Jiyan Azadî ji qirkirina jinan re bibêjin na!
Bi Jin Jiyan Azadî ji şerê dagirkeriyê re bibêjin na!
Bi Jin Jiyan Azadî, nirxên şoreşa jinan biparêzin!”
Bernameya çalakiyên 8’ê Adarê li Şengalê wiha ye;
Di çarçoveya pêngava “Rêber Apo bixwîne û bide xwendin” de dê nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên ji bo 8’ê Adarê werin xwendin û semîner bên dayîn
Daliqandina pankartan li navenda Şengalê û komalgehên wê
Li ser zayendperestî û hevjiyana azad dê ji bo mêran perwerde were dayîn
Belavkirina belavokan
Pêşkêşiyên şano û çalakiyên hunerî- Sitiya Nexşa
Serdana hêzên parastinê YJŞ’ê
Serdana goristina şehîdan
Di roja 8’ê Adarê de meş û pîrozbahî