TAJÊ serdana Rêxistina Fushet Emal kir

Şandeyek ji dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) serdana Rêxistina Fushet Emal kir û li ser yekitî û têkoşîna jinên Êzidî û Iraqî nîqaş kirin.

Şengal- Dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi şandeyekê serdana Rêxistina Fushet Emal a Mûsilê kirin. Hevdîtin li Mûsilê pêk hat û li ser çend xalên sereke hat rawestîn. Li ser biryara ku Iraqê der barê Zagona Rewşa Kesane de daye nîqaşên girîng hatin meşandin. Di heman demê de ji bo yekitiya jinên Iraqê û pêwistiya têkoşîna bi yek dengî nîqaş hatin meşandin.

Yek ji xalên ku hatin nîqaşkirin jî têkoşîn û berxwedana jinan û civaka Êzidî bû ku îro hemû jin îlhama xwe jê digrin. Di heman demê de li ser xetera zewaca di temenê biçûk de li ser civakê û planan û riya çareseriyê, nîqaşên girîng hatin meşandin.