TAJÊ serdana jinên Iraqî kir

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî li Bexdayê bi jinan re rûniştin û li ser rewşa jinan bi taybet jinên Êzidî û hemû jinên Iraqê nîqaş kirin.

Şengal – Bi salvegera fermanê re Tevgera Azadiya Jinên Êzidî hevdîtinan bi jinên çalakvanên civakî û siyasî yê Iraqê re dikin. TAJÊ serdana Rabîta Jinên Iraqî, munezema xêrê ya jinan, cemiya azad ya kurdên Filî beşê jinan re li Bexdadê hate kirin. Li ser fermanê û destkeftiyên jina Êzidî ya 10 salan. Li ser rêxistin kirina civakê  bi pêşengtiya jin di Şengalê de nîqaş hatin meşandin.

Di hevdîtina ku hatî kirin de fermana ku hatiye serê civaka Êzidî ku taybet jina Êzidî tê de hat qetilkirin nîqaşên berfireh çêbûn. Êrîşên dewleta Tirk yên li ser Şengalê jî mijarek sereke ya nîqaşan bû. Avabûna Tevgera Azadiya Jinên Êzidî li ser çi bingehê ye, Yekîniyên Jinên Şengalê YJŞ’ê ku çawa ava bûn û li ser çi bingehekê ava bûne nîqaşên berfireh hatin kirin. Di heman demê de li ser girîngiya rêveberiya xweser di Şengalê de û sîstema wê ger di Iraq de bê fermî kirin wê çiqas bandorekî erênî bixwere bîne.

Di hevdîtinê de hat teqez kirin ku têkiliya jinên Êzidî  bi hemû jinên Iraqê re wê jiyanekî aram û wekhev di Iraq de ava bike û jibo bihêzkirina vê têkliyê wê her kes ji aliyê xwe de kar û xebat bike.