TAJÊ nerazîbûn nîşanî kuştinên jinan ên her diçe zêde dibe da
TAJÊ di derbarê qetilkirinên jinan de daxuyanî da û got: “Di bin hincetên parastina namûsa malbatên de û biryarên pajverû yên civakî di bin navê bawerî û ehlaq de roj nîne jin neyên qetil kirin. Ji bo em jinan ji vê rewşê xelas bikin pêdivî bi kedek mezin heye.”
Navenda Nûçeyan - Berî demekê du zarokên bi navê Eyde El-Seîdo û Aye El-Xilêf li Hesekê ji aliyê malbatên wan ve bi navê namusê hatin qetilkirin. 6’ê Tebaxê jî jina Êzidî ya bi navê Baran Hasan Rasho li navçeya Mîdyad a Mêrdînê ji aliyê mêrê bi navê Serkan O yê 25 salî ve bi çekê hatibû qetilkirin. Tevgera Azaiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ê girêdayî êrîşên dema dawî li ser jinan zêdebûne daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Kevneşopiya civakên ku rêbazên tund li ser jinê dide meşandin û wê bi qeyt û zinciran mehkumê hişmendiya kevneşopa pajverû dike hîna hebûna xwe diparêze. Jinan biçuk û kêm dibîne, tenê weke şeref û namûsê bi nav dike û rojane wan di bin wê hişmendiyê de qetil dikin. Ew çanda kevneşopiya paşveru heya roja me ya îro di nav civakên me de bûye sedema qetilkirina bi hezaran jinan. Di bin hincetên parastina namûsa malbatên de û biryarên pajverû yên civakî dibin navê bawerî û ehlaq de roj nîne jin neyên qetil kirin.”
“Bi navê namusê kuştina jinan sucê herî mezine”
Daxuyaniyê wiha dom kir: “Berî demekê li hesekê jinek ciwan a Ereb ji ber nexwestibû bizewice û bi heskiriyê xwe re revîbû ji aliyê malbata xwe ve bi rengek hovane hate qetilkirin. Tenê gunehê wê ewbû ku nexwestibû bi kesê ku ji wê re hatibû bijartin re bizewice û biryara zewaca xwe bi xwe da. Ev yek weke suç hate dîtin û bû sedema qetilkirina wê. Li gorî zihniyeta wan, şerefa malbata wan li erdê qist û divê mêrên malbatê namusa xwe paqij bikira. Li peyî wê re gelek buyerên bi wî rengî rudan. Herî dawî jina Êzidî ya binavê Baran Hesen li Midyadê bi bûyerek ne zelal ji aliyê zilamekê ve hat qetil kirin. Ji bo sucê mêr û qatîlan sivik bikin bûyer bi gelek aliyan ve birin û gelek tişt li ser gotin, lê ya rastî derneket holê û veşartin. Di vê serdemê de buyerên bi vî şêwazî ji bo tevahî civakan sosrete û cihê şermê ye. Ev bûyer hemû weke tiştek ji rêzê tên dest girtin, li ser nayên rawestandin û hesab nayê xwestin. Li her çar parçeyên welat roj bi roj bi rengek wehşî ev şîdet li ser jinê tê meşandin.
Em weke Tevgera Azaiya Jinên Êzidî (TAJÊ) qetil kirina jinan weke suç dibînin. Buyer çi dibe û ji bo çi be qetil kirina jinana nayê qebûl kirin. Divê katilên jinan werin cezakirin û hesab ji wan were xwestin. Ji bo çareserkirina van pirskirêkan pêwiste çareseriyên cuda werin peyda kirin. Kuştin û qetil kirina jinan wehşita zihniyeta paşveruye. Qetil kirina jinan kîna hezaran salan ya hişmendiya baviksalariye.
Em bang li oldar, meclisa ruhanî, maqul û ruspiyên civaka xwe dikin ji bo qetil kirina jinan di bin navê namus û şerefê de xwedî helwest bin. Bi taybet weke jin divê em van buyeran nepejirînin ji bo wê tekoşînek mezintir bidin. Ji bo em karibin jinan ji şidet, tehdîd û mirinê xelas bikin peyîwirek mezin dikeve ser milê me.”