TAJÊ: Nabe kesên terorîst di rêveberiya Sûriyeyê ya nû de cîh bigirin

TAJÊ têkildarî Ebû Şakra yê ku wek kujerê siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef jî tê zanîn û di Sûriyê de cîh digire, got ku nabe ev kesên terorîst di rêveberiya nû de cih bigirin. Divê hêz û saziyên navnetewî pêşî li vê rûreşiyê bigirin.

Şengal Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî cîhgirtina gelek kujerên jinan û gelan a di hikûmeta nû ya Sûriyê de, daxuyaniyek da çapemeniyê. TAJÊ li hember bi taybetî cîhgirtina kujerê Seroka Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef a di rêveberiya demkî ya Sûriyê de, helwesta xwe eşkere kir.

Di daxuyaniyê de wêneyê Hevrîn Xelef û şervana YPJ’ê Barîn hat rakirin. Jinên di nava Meclîsên Gel ên Şengalê de û hevseroka MXDŞ’ê Cîhan Celo jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Berdevka TAJÊ Riham Hico ve hate dayîn. 

‘Gotin û kirin hevdû nagirin’

Riham Hico da zanîn axaftinên rayedarên HTŞ’ê û kiryarên wan, hevdû nagirin û wiha berdewam kir: ‘Piştî rejîma Baas’ê hilweşiya û hikûmeta demkî ya bi pêşengiya HTŞ’ê hat avakirin, herkes li bendê bû ka wê çi pêşketinek an jî paşketinek çêbibe. Lê ji destpêkê heya niha jî axaftinên HTŞ’ê û bi taybetî jî serokê HTŞ’ê Ehmed Şera (Colanî) û kirinên wan, hevdû nedigirtin. Dema hikûmet hat teşekirin, hinek kesên çûn qesra serokkomariyê û peyamên pîrozbahiyê dan, ji destpêka şoreşa Sûriyê heya niha destê wan di reşkûjiyan û xwîna Kurd, Mesîhî û Êzidiyan de hebûn. Di êrişên li ser Serêkaniyê, Girêspî û Efrînê de cîh girtin. Di qirkirina jinın û dagirkirina Sûriyê de cih girtin.’

‘Hevrîn ji bo Sûriyeke demokratîk têdikoşiya’

Li ser hedefgirtina Hevrîn Xelef û xelatkirina kujerê wê jî Riham Hico wiha got: “Wek mînak, Ebû Şakra. Rasterast destê wî di kuştina Hevrîn Xelef de hebû. Hevrîn Xelef jinek xwedî îrade û pêşeng, wek pêşengek Sûriyê bû, ji bo Sûriyeke demokratîk têdikoşiya. Ji bo hemû pêkhate û jinên li Sûriyê bighîjin heqê xwe û weke her gelek azad bijîn têdikoşiya. Kesek sivîl û bêçek bû. Lê rastî hovîtiyeke mezin hat û ji aliyê Hatim Ebû Şakra ve hat qetilkirin. Cîh girtina kesên wisa di nava hikûmeta nû de metirsiyeke mezine ji bo hemû Rojhilata Navîn. Ewê îro çi bikin û çi nekin, ne diyare. Her wiha Ebû Emşa jî endamek MİT’a Tirk e. Endamekî operasyonên Dewleta Tirk e ku nîvê axa Sûriyê dagir kiriye. Di dagirkirina Efrîn û Girê Spî de cih girtiye û destê wî di xwîna Kurdan û Mesîhiyan de heye.”

‘Wek jinên Êzidî me jî gelek êş ji destê wan dîtiye

Riham Hico da zanîn ku kesên terorîst xistine rêveberiya nû ya Sûriyê û wiha pê de çû: “Bêyî ku hesab were xwestin, di hikûmetê de bicîh kirin. Ev kesên terorîstin. Destê wan di xwîna jin, zarok û gelan de heye. Ev kes, îrade û nasnameya jinan nas nakin, dixwazin Afganîstanê bikin wek dewleteke îslamî ya tundrew. Wek jinên Êzidî me jî gelek êş ji destê wan xwariye. Lewma em cîh girtina wan a di hikûmeta nû ya Sûriyê de şermezar dikin.”

Emê li ser şopa Hevrîn Xelef û şehîd Barîn bin’

Daxuyaniya TAJÊ ya ji aliyê Riham Hico ve hate dayîn, bi vê bangawaziyê bi dawî bû: “Em careke din piştgirî didin jinên Rojava û dibêjin, emê li ser şopa Hevrîn Xelef û şehîd Barîn bin. Em bang li hikûmeta Sûriyê û hêzên navnetewî dikin ku vê rûreşiyê bidin sekinandin. Îro yên terorîst hikûmetê birêve dibin. Em bang li saziyên navnetewî û rêxistinên jinan dikin, vê rûreşiyê bidin sekinandin.”

Daxuyanî bi dirûşma, ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.

Çi bibû?

Çeteyê bi navê Ebo Hatem El Şeqra ku ji koma Ehrar El Şerqiyê bû, di sala 2019’an de dema dagirkirina Serêkaniyê tevî çeteyên xwe erebeya Hevrîn Xelef a ji Reqayê diçû Cizîrê, dîl girtibû û ew şehîd xistibûn.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê jî koma Ehrar El Şerqiye xistibû lîsteya terorê û diyar kiribû ku gelek endamên DAIŞ’ê yên kevin di nav vê komê de hene. Lê heman Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, piştgiriyê dide vê hikûmeta dijminahiya gelan û jinan dike!