TAJÊ li dijî qetlîamên li ser civaka Elewî bang kir
TAJÊ têkildarî qetlîam û hovîtiya ku li Sûriyeyê bi destê çeteyan li ser civaka Elewî pêk tê, daxuyanî da û bang kir ku li dijî hovîtiya li ser civaka elewî dengê xwe bilind bikin û pêşiya qetlîaman bigirin.

Şengal – Di kanûna 2024’an de bi hilweşandina rejîma Baas re HTŞ’ê ya cîhadîst desthilata xwe li Şamê ragihand û herêmên di bin desthilata rejîma Esed de bûn jî di nava çend rojan de bi temamî ketin bin kontrola HTŞ’ê. Bi guhertina rejîmê re gelên Sûriyê bi hêviya ku wê şer bi dawî bibe kêyfxweşiya xwe anîn ziman. Lê ji ber hatina hêzekî mîna HTŞ di nav gel de bi xwe re metirsî û fikarên cidî jî anî. Komkujiya li dijî civaka Elewî carekî din ew metirsî û fikar piştrast kir. Bi taybetî hovîtiya ku ev çend rojên dawî ye li ser civaka Elewî tê meşandin û belavkirina dîmenên hovîtiyê, nîşan dide ku HTŞ dixwaze rêveberiyeke çawa ava bike. Her wiha heta niha bi sedan elewî bi hovane hatine qetilkirin û bi hezaran elewî jî ji ber tirsa qetilkirinê ji cih û warên xwe bûn.
Têkildarî ev hovîtiya HTŞ ku li ser civaka Elewî dide meşandin bi taybetî li ser jinan, Tevgera Azadiya Jinên (TAJÊ) daxuyaniyeke nivîskî belav kir û hovîtiya ku li ser civaka elewî tê meşandin şermezar kir.
‘Em hemxemiya xwe bi civaka Elewî re parve dikin’
TAJÊ diyar kir ku ew êrîşên qirker ên bi destê çeteyan li dijî civaka elewî pêk tên bi hêrsekî mezin şermezar dikin û wiha got: “Wek jin û civaka Êzidî hemxemiya xwe bi civaka Elewî re parve dikin û dibêjin wê ev hêzên ku van qirkirinan pêk tînin teqez hesab ji wan werê pirsîn û di wijdanê mirovahiyê de bêne dadgehkirin.
Civaka Elewî bi bawerî, çand û rê û resmên xwe, yek ji kevintirîn civaka li ser xakên Mezopotamyayê ye. Mîna civaka me hebûna xwe, bi bawerî û çanda xwe heta roja îro parastine. Tevî ku di vê oxirê de gelek komkujî hatine serê wan lê dîsa jî dev ji çand û baweriya xwe bernedane û timî serî li hemberî hêzên desthilatdar rakirine. Bi çanda berxwedanê bersiv dane zihniyeta qirker.”
‘Metirsî û fikarên li ser civaka Elewî’
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li Sûriyeyê gelek pêkhate, bawerî û netewên cuda têde dijîn û ev tişt hat gotin: “Rêjîma Sûriyeyê ya Baas heta kêliya hilweşandinê jî bi siyaseta înkarê li ser esasê siyaseta erebkirinê mafê wan nas nedikir. Di şerê 14 salan de gelên li Sûriyeyê êşên mezin dîtin û bi wêrankirin û komkujiyên herî giran re rû bi rû man. Ev şer û kiryarên qirker heta roja îro hîn bi awayekî hovane kûrtir bûne. Komkujiyên ku îro li dijî civaka Elewî têne kirin berdewama heman zihniyetê ye. Di Kanûna 2024’an de bi hilweşandina rejîma Baas re HTŞ desthilata xwe li Şamê ragihand. Bi vê guhertina desthilatê re herêmên di bin desthilata rejîma Esed de bûn di nava çend rojan de bi temamî ketin bin kontrola HTŞ’ê. Bi guhertina rejîmê re gelên Sûriyeyê bi hêviya ku wê şer bi dawî bibe kêyfxweşiya xwe anîn ziman. Lê ji ber hatina hêzekî mîna HTŞ ya li ser desthilatê di gelên Sûriyeyê de bi xwe re metirsî û fikarên cidî jî anî. Komkujiya li dijî civaka Elewî carekî din ew metirsî û fikaran piştrast kir.”
Ji TAJÊ bang: Pêşî li qetlîaman bigirin
Di dawiya daxuyaniyê de TAJÊ ragihand ku çawa çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de li dijî civaka êzidî bi taybetî jinên êzidî qetlîaman pêk aniye niha heman tişt li ser civaka elewî tê kirin û daxuyanî bi van hevokan bi dawî bû: “Ev komkujî bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ev kiryarên têne kirin kiryarên çeteyên DAIŞ’ê ne. Çawa ku çeteyên DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de li dijî civaka me û bi taybetî li dijî jin qetlîam kir ya ku îro jî li dijî civaka Elewî tê kirin heman tişte. Weke civaka Êzidî û taybet jinên Êzidî em êşa bi destê hêzên cîhadîst ku qaşo li ser navê Îslamê bi civaka Elewî didin jiyîn ji kûrahî de hîs dikin.
Li ser vî bingehî em di serî de bang li civaka xwe dikin, bang li hemû jin, civak, bawerî û gelên azadîxwaz dikin li dijî vê komkujiya tê kirin dengê xwe bilind bikin. Dîsa em bang li her kesî dikin li hemberî qetilkirina mirovan bisekinin û bi bertek nîşandanê pêşî li van qetlîaman bigirin.”